Gelê Amûdê şehîdekî xwe oxir kir

Bi tevlêbûna bi sedan kesî cenazeyê şervanê YPG‘ê Îbrahîm Hisên li goristana Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê hate veşartin.

Gelê Amûdê şehîdekî xwe oxir kir
Gelê Amûdê şehîdekî xwe oxir kir
Gelê Amûdê şehîdekî xwe oxir kir
Gelê Amûdê şehîdekî xwe oxir kir
Gelê Amûdê şehîdekî xwe oxir kir
Gelê Amûdê şehîdekî xwe oxir kir
Gelê Amûdê şehîdekî xwe oxir kir
Gelê Amûdê şehîdekî xwe oxir kir
2 kanûn, 2018   17:21

QAMIŞlO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG‘ê Îbrahîm Hisên (Lorens) ê ku 24‘ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû ji navenda Tenduristiyê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristanê ve birin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir.

Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Berekat anî ziman ku "Rêgezê biratiya gelan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wê bang dike li Rojava diyar dibe, ciwanên herêmê ji bo azadiyê û jiyaneke bi rûmet berdêlên giranbuha didin."

Ji fermandarên YPG‘ê Agirî Jînda axaftin kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şervanan cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA