Turoveya şatrancê ya li Tebqayê bi dawî bû

Turnoveya şatranê ku beriya 4 rojan li bajarê Teqbayê hatibû  destpêkirin bi dawî bû.

Turoveya şatrancê ya li Tebqayê bi dawî bû
Turoveya şatrancê ya li Tebqayê bi dawî bû
Turoveya şatrancê ya li Tebqayê bi dawî bû
Turoveya şatrancê ya li Tebqayê bi dawî bû
2 kanûn, 2018   17:05

TEBQA

Turnoveya şatrancê ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîsê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ve hatiya organîzekirin

Îro pêşbirka dawî ya di navbera kesên gihaştin qonaxa dawî de ji beşan (Zarok, jin û zilam) de pêk hat. Pêşbirk li navenda Şehîd Hanî Ilês ya Meclisa Ciwanên Tebqayê hate listin.

Di dawiya pêşbirkê de kesên bi ser ketin ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîşê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi merasîmekê hatin xilaskirin.

Hejmarek hezkiriyê şatrancê, serokê Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriya Musena Ebdulkerîm, endamên Buroya Ciwan û Wezîşê amade bûn.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê endamên Yekitiya Werzîşê li Tebqayê û kesên turnover bi rêxistin kirine xelat kirin.

ANHA