Ji bo karîsetên xwezayî Komîteya Rewşên Awarte hate avakirin

Meclisa Kantona Qamişlo ji bo karîsetên xwezayî Komîteya Rewşên Awarte ava kir.

Ji bo karîsetên xwezayî Komîteya Rewşên Awarte hate avakirin
2 kanûn, 2018   17:02

QAMIŞLO

Meclisa Kantona Qamişlo bi armanca gotûbêjkirina rêbazên alîkariya bi welatiyan re di demên karîsetên xwezayê de civînek li navenda Meclisa kantonê ya li taxa Cûdî  lidar xistin. Di civînek Komîteya Rewşên Awaret ji 5 kesan hat avakirin.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif, endamên rêveber ên Komîteya Parastinê, Komîteya Tenduristiyê, Asayîş û Heyva Sor a Kurd beşdarî civînê bûn.

Di civînê de rê û rêbazên avakirina komîteyek hevpar di bin navê 'Komîteya Rewşên Awaret' hatin nîqaşkirin. Erka komîteyê;  di demên kerasetên xwezayî de alîkariyan pêşkêş bikin.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif di civînê de armanca avakirina komîteyê diyar kir  û anî ziman ku Komîteya Rewşên Awarte ji bo demên karîsetên xwazeyî hatiye avakirin da ku rê li ber ziyanên karîsetê bigire û bi welatiyan re bibe alîkar.

Perwerîn diyar kir ku komîte dê 24 saetan di tevgerê de be. Welatî dikarin bi rêya van hijmarên telefonê xwe bighînin komîtey: 0998532208 -463085

(şx)

ANHA