YPG`ê li Efrînê li çeteyan da, kuştî û birîndar hene

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand ku hêzên wan li dijî çeteyên Feylaq El-Mecid çalakiyek lidar xistin.

YPG`ê li Efrînê li çeteyan da, kuştî û birîndar hene
2 kanûn, 2018   07:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê eşkere kir ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên wan çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê didomînin.

 Navendê têkildarî çalakiya herî herî dawî ya şervanên YPG`ê li Efrînê ev agahî dan:

- 30’ê Mijdarê, li gundê Heyama ya girêdayî navçeya Bilbilê yekîneyeke me li dijî benda kontrolê ya komên çete bi navê Feylaq El-Mecid çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.