Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî

Di hefteya borî de li devera agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê piştî êrîşa kîmyewî ya komên çete li dijî bajarê Helebê, şer dijwar bû. Li rex vê yekê Washingtonê diyar kir ku Rûsya nikare pêşketinekê di xebatên Astanayê de pêk bîne.

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî
2 kanûn, 2018   05:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê, bal kişand ser aloziya li herêma agirbestê ya Rûsya û Tirkiyeyê û astengbûyîna xebatên Astanayê. Rojnameyan behsa astengiyên rastî çalakiyên siyasî yên avakirina hikumetên Iraq û Lubnanê hatine kir û bal kişandin ser aloziya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de ku serweriya xwe li xebatên lûtkeya G20'an a li Arjantînê dike.

Şerq El-Ewsat: Piştî êrîşa kîmyewî ya jêdernenas Rûsyayê li dijî devera bêçek êrîşek pêk anî

Rojnameyên erebî yên di vê hefteyê de hatine çapkirin, behsa gelek mijarên girîng ên Sûriyê kir. Aloziya leşkerî li devera agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê yek ji van mijarên sereke bû. Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku li devera agirbestê ya bakurê Sûriyê şer dijwar bûye û cara yekemîn e Rûsya piştî lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de binpêkirineke leşkerî pêk tîne û balafirên Rûsyayê baregehên opozîsyonê li gundewarên Helebê hedef girtin. Moskovê ragihand ku êrîşa wê bersiva li hemberî êrîşa kîmyewî ya li dijî bajarê Helebê bû.

El-Ereb: Toreya Astanayê ya dawîn derfeteke bêçare ya avakirina komîteya destûrî ye

Girêdayî encamên civîna Astanaym ya dawîn de rojnameya El-Ereb diyar kir ku di toreya 11'emîn a danûstandinên Astanayê de tu pêşketin pêk nehatin û di serî de xebatên avakirina komîteya destûrî, tevî ku Rûsyayê ragihand ku erênî derbas bûye.

Rojnameyê da zanîn ku wek civînên berê Amerîka beşdarî vê toreya Astana jî nebû û di encamê de têk çû. Tevî hewldanên Moskov û Enqereyê yên kêmkirina têkçûnê û şandeyê navneteweyî Staffan De Mistura eşkere behsa wê kir.

Şerq El-Ewsat: Xebatên Astanayê rêyeke girtî ye

Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku Amerîka xebatên Astanayê ku bi sponseriya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê tên meşandin, gihîştiye rêyeke girtî. Şandeyê navneteweyî Staffan De Mistura jî bêhêviya xwe nîşan da. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê xemgîniya xwe anî ziman ku tu pêşketin pêk nehatiye û got Rûsya û Îran hewl didin xebatên Astanayê bidomînin da ku nerazîbûna rêjîma Esad a beşdarbûna çalakiya siyasî veşêrin.

Şerq El-Ewsat: Piştî Şamê S-300 wergirtin yekemîn topbarana Îsraîlê

Girêdayî bombebarana Îraîlê li dijî Şamê rojnameya Şerq El-Ewsat ragihand ku Îsraîlê baregehên Îranê li başûrê Sûriyê bombebaran kirin. Ev bombebarana Îsraîlê piştî ku Şamê çekên S-300 ji Rûsyayê wergirtin, pêk tê.

El-Ereb: Lûtkeya G20'an derfeta Pûtîn a sererastkirina dûrketina ji rêveberiya Trump der barê Sûriyê de ye

Rojnameya El-Ereb behsa pêwîstiya Rûsyayê ya lidarxistina civînekê di navbera Pûtîn û Trump de kir û wiha got: "Serokê Rûsyayê Viladimîr Pûtîn dixwaze bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkayê Donald Trump re bicive.

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa çalakiya siyasî ya avakirina hikumetê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Sedr dîsa nerazîbûna xwe ji bo wergirtina yên neserbixwe ji wezaretên hundirîn û parastinê re nîşan da."

Rojnameya El-Heyat jî beha hevbendiya di navbera bilokên Iraqê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Feyad û El-Cebûrî hê jî li pêşiya bireka Ebid El-Muhdî girêk in."

Lubnan

Girêdayî xebatên siyasî yên avakirina hikumeta Lubnanê jî rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Lubnan li hemberî gengeşeyeke nû rû bi rû ye; vekişandina erkdariya avakirina hikumetê ji El-Herîrî."

Tirkiye

Rojnameya El-Ereb behsa binpêkirinên azadiyê li Tirkiyeyê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Girtina siyasetmedarê Kurd Demîrtaş tevî biryara dadgeha Ewropayê ya mafên mirovan berdewam e."

Filistîn

Der barê mijarên Filistînê de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Xebatên lihevhatina Filistînê bersiva hewldanên navbênkariya Misrê nadin."

Mijarên din

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa hevdîtinên di çarçoveya lûtkeya G20'an a li Arjantînê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Trump hevdîtina xwe bi Pûtîn re ji ber aloziya Ûkraynayê betal dike."

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî xebatên lûtkeya G20'an manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Lûtkeya G20'an ji ber parçebûnên di navbera beşdaran de kul bûye."

Rojnameya El-Ereb jî behsa têkiliyên di navbera Yekitiya Ewropayê û Brîtanyayê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Yekitiya Ewropayê rûpeleke dîrokî bi Brîtanyayê re vekir, piştî ku hevpeymana Brexitê erê kir."

Rojnameya El-Heyat girêdayî aloziya di navbera Rûsya û Ukraynayê de manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya derbasbûna gemiyên Ûkraynayê ya deryaya Azov, qedexe kir."