David Philips: Komcivîn dê rê li ber hesabxwestina ji sûcdarên Efrînê veke

Profesorê Zanîngeha Kolombiyayê David Philips anî ziman ku "Komcivîna navdewletî ya paqijkirina  etnîkî û guhertina demografî li Efrînê"  dê rê li ber hesabxwestina ji sûcdarên Efrînê veke. Şandeyên navdewletî gihiştin da ku beşdarî komcivînê bibin.

David Philips: Komcivîn dê rê li ber hesabxwestina ji sûcdarên Efrînê veke
1 kanûn, 2018   15:37

QAMIŞLO

Bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li ser paqijkirina etnîkî û guhertina demografîk li ser Efrînê, sibe li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo komcivîneke navneteweyî tê lidarxistin. 

Şandeyek din ku ji siyasetmedar û akademîsyenên gelek dewletên Ewrûpa û Amerîkayê, Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk dihat, îro di dergehê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Şande ji aliyê endamên rêveberiya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Ciwan Resûl, Cîhan Xelîl û Ehmed Sîno ve hate pêşwazîkirin.

Şande ji rojnamevan, profesorên zanîngehan, navendên lêkolînên Kurdî li Qahîra û Koordînatorê navenda Parastina Mafê Rojnamevanan li Silêmanî pêk dihat.

Îro di saetên serê sibehê de şande ji şêwirmendê leşkerî yê Fransayê Patrîs Franşêskî û wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê, wezîrê tenduristiyê Bernard Kouchner û profesorê Zanîngeha Kolombiyayê David Philips û lêkolînerê Stratejîk Cîrar Şaliyan pêk tê gihiştibû Rojava.

Profesorê Zanîngeha Kolombiyayê David Philips ji ajansa me re diyar kir ku komcivîn dê der barê Efrînê de were lidarxistin û got: "Rastî û binpêkirinên der heqê gelê Efrînê de hat kirin werin belgekirin, her wiha dê rê li ber hesabxwestina li berpirsên sucdaran re veke.

Philips got "Tirkiyê wekî beşekî ji stratîjiya xwe ya mezin a guhertina demografî bi awayenî ne qanûnîn êrîşî Efrînê kirin. Rojava ya gelê Kurd e , mafê gelê Kurd ku li ser axa xwe ya dîrokî bi çanda xwe jiyan bike û bi bi hevpeşî bi cîranên xwe re jiyan bike."

ANHA