Dr. Mistefa Pîro: Nedayîna şîrê dayikê dibe sedema pençeşêra malzarokê

Dr. Mistefa Pîro diyar kir ku li gel girîngiya şîrê dayikê ji bo zarokan, di heman demê de nedana şîrê dayikê dibe sedema pençeşêra malzarokê jî û divê herî kêm dayik bi qasî salekê zarokên xwe bimijînin.

Dr. Mistefa Pîro: Nedayîna şîrê dayikê dibe sedema pençeşêra malzarokê
Dr. Mistefa Pîro: Nedayîna şîrê dayikê dibe sedema pençeşêra malzarokê
30 mijdar, 2018   07:54

BÊRÎTAN MEDUSA - SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Her ku diçe teknolojî bi pêş dikeve. Bi bihêzbûna sîstema kapitalist re jî teknolojiya bizirar dikeve nava hucreyên civakê. Yek ji van mînakan jî ew e ku êdî dayikên nû kêm şîr didin zarokên xwe. Sedemên vê jî wek “xirabnebûna estetîka singan” derdikeve pêş. Di heman demê de welidandina bi sezeryanê jî dibe sedema kêmbûna şîrê dayikê û ev jî bi sedema “firehnebûna rehmê” derdikeve pêş. Me wek ajansa HAWAR’ê li ser girîngiya şîrê dayikê û feydeyên wê ji bo dayik û zarokan, bi bijîşk Mistefa Pîro re hevpeyvînek çêkir. 

Dr. Mistefa Pîro diyar kir ku şîrê dayikê pir girîng e û wiha got: “Ji ber ku proteînên di şîrê dayikê de ji bo pêşketin, mezinbûn, mêjiyê zarokan pir bi feyde ne. Bi taybet şîrê herî bi feyde yê piştî wîladetê (zayînê) roja yekem û duyem ji bo zarokan pir bi feyde ye. Herî kêm divê dayik salekê şîr bide zarokên xwe. Tenê vîtamîna D di şîrê dayikê de kêm e, ew jî em didin zarokên nû çêbûyî. Heta niha li gorî pêşketina tibê jî tu fabrîqeyan nekarîne şîrekî nêzî yê dayikê çêkin.”

‘Wîladeta bi sezeryanê şîr qut dike’

Dr. Mistefa Pîro anî ziman ku dayikên niha bê sebr in û wiha pê de çû: “Dema ku jin diwelidînin, roja yekem û ya duyem, şîrekî zer tê û şîrê herî girîng jî ew şîr e. Piştî wê şîrê spî tê. Şîrê dayikê piştî wîladetê 20 rojan zêde dibe. Hinek jin bê sebir in, xwe nagirin û piştî 3 rojan dibêjin şîr kêm e û yê qutîkan didin zarokên xwe. Dema ku dayik hefteyek an jî du hefte şîr nede zarokên xwe, şîr qut dibe. Di heman demê de wîladeta bi sezeryanê jî zirarê dide şîrê dayikê. Ji ber ku piştî emeliyatê dayik laşe wê diêşe, psîkolojiya wê ne baş e û ji xwe 2-3 rojan şîr nade zarok. Wîladetên bi sezeryan, zirareke mezin didin qutbûna şîr.”

‘Nedana şîrê dayikê dibe sedema pençeşêra rehmê’

Pîro got dema dayik şîr dide zarokên xwe, bi awayekî psîkolojîk jî girêdan û hezkirin di navbera dayik û zarokan de çêdibe. Dr. Mistefa Pîro da zanîn ku dema dayik şîr nedin zarokên xwe, rîska pençeşêra rehmê zêde ye û wiha axivî: “Dema dayik şîr didin zarokan, hormonên ku ji malzarokê re baş tên hilberîn. Dema şîr nedin zarokan, ew hormonên piştî wîladetê kêm bûne, hilberînê çênakin û ew jî dibe sedema pençeşêra malzarokê.”

‘Rewşa şer a li herêmê jî dibe sedema kêmbûna şîrê dayikan’

Dr. Mistefa bal kişand ser rewşa niha li herêmê û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Hinek jin bê hezkirina xwe dizewicin, di temenê zarokatî de dizewicin. Ev jî dibe sedema kêmbûna hezkirinê li hemberî malbat û zarokê. Hinek jî hene ji bo estetîka singên xwe şîr nadin zarokên xwe. Dîsa rewşa şer a li herêmê jî dibe sedema xirabûna psîkolojiya jinan û ew jî dibe sedema kêmbûna şîr.”

 ANHA