Hêzên gerîla li Çelê derbe li artêşa Tirk xistin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

Hêzên gerîla li Çelê derbe li artêşa Tirk xistin
Hêzên gerîla li Çelê derbe li artêşa Tirk xistin
Hêzên gerîla li Çelê derbe li artêşa Tirk xistin
29 mijdar, 2018   13:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên me roja 27'ê Mijdarê saet 11'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şundirê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li stargeh û çeperên dijmin hatin xistin. Hejmare leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêma çalakiyê û bi helîkopterên Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir.

Hêzên me 28'ê Mijdarê saet 13:30'î li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Şehîd Colemêrg ê Çelê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derb li çeperên dijmin ên li ser gir hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê hawan û obus avêtin herêma çalakiyê.

Êrîşên bi balafirên şer

28'ê Mijdarê saet navbera 15:50 û 16:30'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker quntara Girê Şekîf ê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û qada Şehîd Kendal a li navçeya Qilaban a Şirnexî bomberdûman kirin.

Balafirên şer 29'ê Mijdarê (îro) saet 08:30'î bombe li derdora Çemê Xakurkê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar û ziyan negihîşt hêzên me yên gerîla.

3 gerîla şehîd bûn

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 27'ê Mijdarê saet 09:30'î bombe li qada Saca ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê hevalên me Arîn, Avesta û Zîlan şehîd bûn.

Ji bo bîranîna wan em ê ala azadiyê her li ba bidin

Her sê hevrêyên me ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gelê me tevlî nava têkoşîna şoreşê bûn, li nava refên gerîla bi kedkarî û li refên herî pêş her tim bi erk û wezîfeya xwe rabûn. Zanibin ku ev cîhana xerabiyên wê gelek in ancax bi azadiya jinê dikare bedew bibe, di asta herî bilind de hewl dan xwe di Îdeolojiya Azadiya Jinê de şareza bikin. Ji me re jî berpirsyariyên girîng hiştine. Bi bilindkirina ala azadiyê em ê xwedî li bîranînên wan derkevin. Li ser vê bingehê, bila serê malbatên şehîdên me yên hêja û gelê me yê welatparêz sax be. Em soz didin ku ala azadiyê ya ku şehîdan radestî me kirin e, em ê her li ba bidin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Arîn Colemêrg

Nav û paşnav: Hulya Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayikê: Asya

Navê bav: Dirbaz

Dîrok û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2018'an / Zap

*****

Nasnav: Avesta Kahraman

Nav û paşnav: Elîfe Mele Nahsan

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Navê dayikê: Latîfa

Navê bav: Nûrî

Dîrok û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2018'an / Zap

*****

Nasnav: Zîlan Devran

Nav û paşnav: Nûrşen Butuşaba

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayikê: Nesîhat

Navê bav: Mûharrem

Dîrok û cihê şehadetê: 27'ê Mijdara 2018'an / Zap