Di Danûstandinên Sûrî-Sûrî de nirxandin li ser doza jinan hate kirin

Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi dirûşmeya "Danûstandin ji bo avakirin û pêşketina Sûriyê" bi beşa duyemîn ji nirxandinan bi navê "Doza jinan û rola wê di çareserî û aramiya Sûriyê de" didome.

Di Danûstandinên Sûrî-Sûrî de nirxandin li ser doza jinan hate kirin
29 mijdar, 2018   13:43

GIRÊ SPÎ

Beşa yekemîn ji nirxandinên roja duyemîn ji Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku li bajarokê Eyn Îsa tê lidarxistin, bi nirxandinên li ser "Doza jinan û rola wê di çareserî û aramiya Sûriyê de" didome.

Ji Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyê ya berava Sûriyê Enaam Neyûf wiha axivî: "Mafên jinan ji çarçoveya giştî ya koma mafên mirovan û azadiya wê ya sereke ye. Ew yek hemû maf, azadiyên sereke, parçebûyîn û mîsogeriya wê digire nava xwe. Ji ber pêşketina hemû mafên mirovan û azadiya wan, hindek taybetmendî ji bo pêşkêşkirina van mafan çêbûn."

Enaam Neyûf diyar kir ku têgîna mafên jinan roj bi roj girîngiyê di aliyê navdewletî û herêmî de dibîne, gelek rêxistin, komele, yekitiyên herêmî û navdewletî banga pêkanîna mafên wê dikin.

Enaam di nava nirxandinên xwe de ev pêşniyarên girêdayî jinan kirin:

“Hemû qanûnên Sûrî der barê hevpeymana tunekirina hemû rengên cudahiya li dijî jinan û hemû hevpeymanên taybet bi jinan û guhertina qanûn û zagonên Sûriyê ku bi hemû bendên hevpeymanan, bê rakirin. Madeyek di destûra Sûriyê de hebe ku cudakariya li dijî jinan red bike û ji bo rakirina cudakariyê di navbera her du cinsan de li ser projeyeke qanûnên taybet dest bi kar bikin. Hemû saziyên hikumetê û yên din, hemleyên hişyarkirinê li dar bixin. Ji bo parastina qanûnên jinan kar bê kirin.”

(jo-bx)

ANHA