Duyemîn kongreya PYD`ê ya Helebê dest pê kir

Partiya Yekîtîya Demokratîk şaxê Helebê bi dirûşmeya "Bi rêveberî û bi rêxsitin em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nemerkezî û demokratîk ava bikin" duyemîn kongreya xwe li bajarê Helebê li dar dixe.

Duyemîn kongreya PYD`ê ya Helebê dest pê kir
Duyemîn kongreya PYD`ê ya Helebê dest pê kir
Duyemîn kongreya PYD`ê ya Helebê dest pê kir
Duyemîn kongreya PYD`ê ya Helebê dest pê kir
Duyemîn kongreya PYD`ê ya Helebê dest pê kir
29 mijdar, 2018   09:52

HELEB

Partiya Yekîtîya Demokratîk (PYD) şaxê Helebê, duyemîn kongreya xwe li Hola Efrîn a herêma Şêqêf li dar dixe. Hola kongreyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên cangoriyên azadiyê û alên PYD`ê hate xemilandin.

260 delege ji saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, TEV-DEM’ê, rûspiyên êlan, foruma olan, partiyên siyasî; Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, nûnerên PYD`ê ji kantona Cizîrê û Şehbayê beşdarî kongreyê bûne.

Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê sînevîzyonek li ser kurtejiyana têkoşer Şîlan Kobanê (Damezirînera PYD`ê ku bi 4 hevrêyên xwe re li bajarê Mûsilê di encama komployeke navdewletî de, di 29`ê Mijdara 2014`an de şehîd bû) hate pêşandan.

Kongre berdewam dike.

(bx)

ANHA