Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Tora 11'emîn a civînên Astanayê li Kazaxistanê dest pê dike, welatên garantor hewl didin berjewendiyên xwe li hemberî siyasta Amerîkayê nêzî hev bikin, Sedr hilbijartina kesên ne serbixwe ji bo saziyên ewlehiyê red kirin, Moskovê gef li Ûkraynayê xwar ku bi agir nelîze.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
28 mijdar, 2018   10:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa civînên Astanayê yên bi mijara Sûriye, xebatên siyasî li Iraqê, aloziya Yemen û nakokiyên Rûsya û Ûkraynayê kir.

Şerq El-Ewsat: Astana îro bi beşdarbûna De Mistura dest pê dike

Rojnameyên Erebî yên vê sibehê behsa gelek mijaran kir, di serî de jî mijara civînên Astanayê. Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê vê mijarê de wiha nivîsî: "Rayedarên welatên girantor ên civînên Astanayê (Tirkiye, Rûsya û Îranê) îro û sibe bi beşdarbûna çavdêrên ji Neteweyên Yekbûyî û Urdinê li paytexa Kazaxistanê danûstandinên teknîkî dikin. Wezîrê Derve yê Rûsya Sergi Lavrov anî ziman ku welatî wê hêvî kir di vê hevdîtinê de gaveke girîng di dosyaya avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê de were avêtin."

Di berdewama nivîsê de wiha hate gotin: "Wezareta Kazaxistanê diyar kir ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura serkêşiya şandeya navneteweyî ya ku dê beşdarî toreya nû ya Astanayê bibe, dike. De Mistura dê wek çavdêr beşdarî civînê bibe, piştî ku nûnerekî nû ji bo Sûriyeyê hate diyarkirin."

Şerq El-Ewsat: Sedr careke din kesayetên neserbixwe ji bo saziya hundirîn û parastinê red dike

Der barê rewşa Iraqê de jî rojnameya Şerq El-Ewsat wiha got: "Muqteda El-Sedr roja Sêşemê red kir ku sedema derengmayîna avakirina hikumeta Iraqê ew nîn e û li ser hesabê xwe yê Twitterê  daxwaz ji Adil Ebdulmihdî kir ku pêşniyarên xwe ji bo wezaretên cihên wan vala ne, li pêşiya parlamentoyê pêşkêş bike da ku erê bike."

El-Qudis El-Erebî : Heşd El-Şabî êrîşî avahiya walîtiya parêzgeha Selahedîn kir

Rojnameya El-Qudis El-Erebî di manşêteke xwe de wiha got: "Hêzên girêdayî Heşd El-Şabî duh sêşemê êrîşî avahiya waliyeta parêzgeha Selahedîn li bajarê Tekrîtê kir. Berdevkê walîtiyê Selahedîn Cemal Igab ragihand ku hêzên Heşd El-Şabî duh sêşemê êrîşî avahiya walîtiya Selahedîn kir û gule bê ser û ber barandin. Her wiha diyar kir ku hêzên Heşd El-Şabî êrîş piştî pevçûna di navbera parêzvanekî walîyetê Emar El-Cibûrî û endamekî Heşd El-Şabî dew rû da."

El-Heyat: Girêdayî mijara Elî Larîcanî û Zerîf du pêşnûmayên parlamentoyê

Girêdayî mijara Îranê rojnameya El-Heyat wiha got: "Parlamentoya Desteya Serokatî ya Parlamentoya Îranê duh der barê serokê parlamentoyê Elî Larîcanî û Wezîrê Karên Derve Mihemed Cewad Zerîf de du pêşnûma pêşkêşî Parlamentoya Komara Îslamî kir. Zerîf yekemîn kes e ku dê derkeve pêşberî parlamentoyê. Zerîf bi sextekirina şirîkan û Larîcanî jî bi binpêkirina qanûnên parlamentoyê tawanbar in. Endamê parlamentoyê Hisên Elî Hacî Delîganî ragihand ku desteya serokatî ya parlamentoyê pêşnûmaya der barê Larîcanî de wergirtine û ji aliyê 27 parlamenteran ve hatiye erêkirin."

Şerq El-Ewsat: Zextên leşkerî Hûsiyan neçar dikin ku aştiyê qebûl bikin

Girêdayî mijara Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat ev agahî dan: “Sefîrê Erebistana Siûdî li Washingtonê Emîr Xalid Bin Selman Bin Ebdulezîz li ser hesabê xwe yê Twitterê duh diyar kir ku pêşdeçûnên leşkerî li dijî Hûsiyan rêbaza herî guncaw e ku bihêle Hûsî aştiyê qebûl bikin."

El-Ereb: Pêngavên Hizbullahê li dijî Seed El-Herîrî merheleya beriya kuştina bavê wî bi bîr tîne

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Çavkaniyên siyasî yên Lubnanê dibînin ku rewşa Lubnanê heya astekê dişibe şeva beriya kuştina serokwezîrê berê Refîq El-Herîrî di 14'ê Sibata 2005'an de.”

Aloziya Ûkrayna û Rûsyayê

Têkildarî aloziya di navbera Rûsya û Ûkraynayê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Lavrov Ûkraynayê hişyar dike ku bi agir nelîze û Ewropayê îşaret bi xurtkirina cezayan li dijî Rûsyayê kir."