Navendên Tevgera Azadî yên li Kelar û Koyê hatin girtin

Şîlan Şakir diyar kir ku navendên Tevgera Azadî yên li Kelar û Koyê hatin girtin û wiha got: “Di saetên sibehê de bi rêya peywendîkaran bi YNK’ê re hevdîtin hatin kirin lê ji hevdîtine tu encam nehatin girtin.  Sedema we jî hikumeta herêmê her dibejê biryar e ku em ê navendên we bi xweşî yan jî bi zorê bigirin.”

Navendên Tevgera Azadî yên li Kelar û Koyê hatin girtin
28 mijdar, 2018   10:29

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Asayîşa Silêmaniyê duh dor li avahiya navenda Tevgera Azadî girt û bi rêveberiya Tevgera Azadî re hevdîtin kir. Hate ragihandin ku asayîşê di hevdîtinê de ji rêveberiya Tevgera Azadî re gotiye Tevgera Azadî 4 sal e ne fermî ye, lewma dê bigirin.

Hevserokên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir û Mihemed Abdullah ji ajansa me re ragihand ku piştî berxwedana wan li dijî hêzên Asayîşa Silêmaniyê, heya îro dem dabûn. Tekildarî mijarê Şîlan Şakir ji ajansa me re hin agahî parve kirin.

‘Hevdîtina li gel YNK’ê bê encam bû’

Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir diyar kir ku di saetên sibehê de bi rêya peywendîkaran, bi YNK’ê re hevdîtin çêkirine lê ji hevdîtine encam negirtine. Şîlan Şakir têkildarî hevdîtinê ev tişt got: “Ji hevdîtinê tu encam me negirt. Sedema wê jî hikumeta herêmê her dibêjê biryar e em ê navendên we bi xweşî yan jî bi zorê bigirin. Bersiva me ji wan re ‘li dijî biryara we em ê li ber xwe bidin’ bû. Bi mafên xwe yên demokratîk em ê çalakiyên xwe li dijî biryara hikumeta herêmê li dar bixin. Ji bo ku navenda me neyê girtin bi hemû hêza xwe em ê li ber xwe bidin. ”

Gel li pêşiya navenda Tevgera Azadî kom dibe

Şîlan Şakir diyar kir hikumeta herêmê biryara xwe nedaye sekinandin û niha ew jî li navenda Tevgera Azadî ya li Silêmaniyê li benda hatina Asayîşê ne. Şîlan Şakir diyar kir ku hikumeta herêmê navendên partiya wan ên li Kelar û Koyê girtine. Gelê Silêmaniyê li pêşiya navenda Tevgera Azadî ya Silêmaniyê kom dibe.

Şîlan Şakir di dawiya gotinên xwe de bang li gelê başûrê Kurdistanê kir ku li dijî biryara hikumeta herêmê bê deng nemînin û li pêşiya navenda Tevgera Azadî kom bibin da ku li hember girtina navendên xwe li ber xwe bidin.

ANHA