‘Tirkiye sedema sereke ya aloziya Sûriyeyê ye’

Di beşa yekemîn a Danûstandinên Sûrî-Sûrî de beşdarên diyar kir ku bi saya hêzên ku ji gelên herêmê hatine avakirin, ewlehî li herêmên Bakurê Sûriyê pêk hatiye û destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê sedema krîza mirovî ye.

‘Tirkiye sedema sereke ya aloziya Sûriyeyê ye’
‘Tirkiye sedema sereke ya aloziya Sûriyeyê ye’
‘Tirkiye sedema sereke ya aloziya Sûriyeyê ye’
‘Tirkiye sedema sereke ya aloziya Sûriyeyê ye’
28 mijdar, 2018   11:17

EYN ÎSA

Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê" bi nirxandina mijara "Rewşa mirovî di aloziya Sûriyeyê de" didome.

Di danûstandinan de axaftin ji aliyê çalakvanên serbixwe Basil Kiwêfî, Besam Hisên, Şepêla Rêya Guhertina Aştiyane Fatih Camûs, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan, Deham El-Setam, ji Partiya Nûjen Îbrahîm El-Selac, endamê Têkiliyên Derve yê PYD‘ê Salih Muslim, ji Heyet El-Tensîq – Tevgera Guhertin Xelef Dawûd, Ebdulqadir Miwehed, serokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersum û Ferhad Hemo ve hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku gelê Sûriyê hewcedariyê azadiyê ye, rêjîm tiştek pêşkêş nekir, hemû rêxistinên derve yên li Sûriyeyê xwedî siyaset in, siyaseta wan jî ne li gorî gelê Sûriyê ye. Rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin, der barê êrîşên hovane û rijandina xwîna li herêmên Sûriyê de tu helwest nîşan nedane.

Axaftvanan diyar kir ku piraniya koçberên li kampên Bakurê Sûriyê naxwazên vegerin cihê xwe, ji ber ku êdî baweriya wan bê rêjîmê nayê.

Her wiha hate destnîşankirin ku li gorî raporan pêwîstiya 18 milyon kesan bi alîkariyê heye. Her wiha derdora  6 milyonan koçber û zêdetirî 5 milyon penaberan bê xwarin, yek ji 3 dibistan hatine rûxandin û ji sedî 35 ava qirêjî bi kar tînin.

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku gelê Sûriyê di welat de têne koçberkirin û li pêşberî karesatekê ne, li Efrînê gel rastî her cure şîdet, koçberkirin ji aliyê komên çete ve tên û li Şehbayê di kampan de şert û mercên zehmet dibînin, dagirkeriya Tirkiyeyê sedema mezin a aloziya Sûriyê ye. Banga cudakirina rewşa siyasî ji biryarên siyasî û parastina mozayîka civaka Sûriyê û rêgirtina li ber krîzên mirovî hate kirin.

Di vê mijarê de bal kişandin ser rewşa jinan di aloziya Sûriyê de û wiha hate gotin: "Jinên Sûriyê rastî şîdetê ji aliyê komên çekdar ve hatin. Jin ji aliyê çekdarên terorîst mîna DAIŞ‘ê ve li bazaran hatin firotin, bajarê Reqayê şahidê vê yekê ye."

Her wiha hate destnîşankirin ku herêmên Bakurê Sûriyê bi saya hêzên ku ji aliyê şêniyên gelê Sûriyê ve hatine avakirin, aram in.

ANHA