Li Qamişlo ‘Meşa Azadiyê’ bi merasîmekê hat nasandin

TEV-ÇAND ji bo nasandina "Meşa Azadiyê" merasîmek li Qamişloyê li dar xist û di merasîmê de hate gotin: "Li Rêber Apo xwedî derketin weke civak, jin û ciwan xwedî li xwe derketin e."

3 tîrmeh 2024   21:42
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamya (TEV-ÇAND) di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, beşên girîng ên dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê bi 29 wêneyên ku li ser dîwaran hatine xêzkirin, bi merasîmekê da nasîn.

Xebata çêkirina wêneyan 4’ê Nîsanê, di roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de dest pê kirin. Wênesazên TEV-ÇAND’ê li ser dîwarên derve yên Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê wêneyên ku duryanên girîng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşan didin, xêz kirin.

Merasîma danasînê ku bi tevlêbûna endam, reveberên TEV-ÇAND’ê û gelek kesan li dar ket, ji Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo, heya Stada Şehîdên 12’ê Adarê meşiyan.

Di girseya meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin, jinan bi cil û bergên herêmî û bi amûrên mûzîkê (erbane, dahol) û drûşmên “Bijî Sorok Apo”, “Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.

TEV-ÇAND’ê li pêşiya stad daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê TEV-ÇAND’ê Xelîl Tahlo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gel û civak ji dîroka xwe dûr bikeve, tê wateya ku ji çand û nasnameya xwe dûr dikeve, lewma hemû dewletên dagirker ji bo gelê bindest ji kok û dîroka xwe, ji çand, ziman û hunera xwe dûr bikeve bi sedan rê û rêbazên cuda yên şerê taybet û qirkirina çandî dimeşînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan, 26 sal e ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dîl hatiye girtin û bang ji raya giştî re hate kirin ku xwedî derketina li Rêber Apo weke civak, jin û ciwan xwedî li xwe derketin e.

Di dawiya daxuyaniyê de TEV-ÇAND’ê hate destnîşankirin kir ku huner û wêje teyisandina heqîqetê îfade dikin, dikarin bibin zimanê rastiyê û bi vê xebata wênesazî û wêjeyê hunermendan xwestiye şoreşa azadiyê ku her kêliya wê bi keda 51 salan a Rêber Abdullah Ocalan û ya şehîdan hatiye pêşxistin ji jin, ciwan û hemû civakê re were nasîn.

Di merasîma pêşandanê de katalogek bi sernavê ‘Meşa Azadiyê’ bi dirûşma "Her giya li ser koka xwe şîn dibe" hat amadekirin.

Di katalogê de 29 wêneyên ku pêvajoyên girîng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşan didin hatine bicîhkirin û bi zimanê Kurdî û Erebî wêne hatine şîrovekirin û li beşdaran hate belavkirin.

Li pêşiya stadê bi gerandina govendê merasîma danasînê bi dawî bû.

(bm)

ANHA