Şêwekarî zimanê hestên wî vedibejê

Şêwekar Ekrem Bekir şêwekariyê wekî perçeyek ji jiyana xwe dibîne, hestên xwe di wêneyan de nîşan dide ku vê wekî rêbazêkî jiyanê dibîne.

Şêwekarî zimanê hestên wî vedibejê
Şêwekarî zimanê hestên wî vedibejê
Şêwekarî zimanê hestên wî vedibejê
Şêwekarî zimanê hestên wî vedibejê
Şêwekarî zimanê hestên wî vedibejê
Şêwekarî zimanê hestên wî vedibejê
Şêwekarî zimanê hestên wî vedibejê
3 tîrmeh 2024   07:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Şêwekar Ekrem Bekir ji bajarê Hesekê ye. Di sala 2007`an ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Şamê derçûye. Di temenên biçûk de jîrbûna xêzkirinê di xwe de keşît dike. Bi çirûska şoreşa 19`ê Tirmehê re êdî bi awayekî pisporî dest bi afirandina berheman dike. 

Bi demê re holeke biçûk li bajarê Hesekê vedike û hestên xwe di wê holê resim dike. Cihe wî mîna pêşengeke biçûk e.

Ekrem Bekir tîne ziman ku yekemîn berhemên wî xêzkirina portre bû û paşê xwezaya bêdeng, rêbazê xêzkirina realîst kete nav berhemên wî.

Bekir diyar dike ku ew herî zêde bi rengên zeytî û pênûs li gorî 2 teknîkên cuda xêz dike û dibejê: “Geh bi pênûsan, grafîk û komirê, geh bi rengên zeytî. Bingeh û rêgezên taybet ên her rêbazekê hene."

Bekir nêrîna xwe der barê xêzkirinê de wiha rave kir: "Nêrîna her hunermendekê/î yê taybet heye. Hinek xêzkirinê wek hewsekê yan jî bedewiyekê bi nav dikin. Ew jî girêdayî nêrîna her kesekî/ê ye. Ji bo min, xêzkirin wateya gelek tiştan dide. Ji bo min, ji pîşeyekê wêdetir, rêbazeke jiyanê ye. Ez hestên xwe bi rêya wê rave dikim. Bêhna xwe pê vedidim. Cîhanê rengan, cîhaneke xweşik e. Tenê di nava tablo û rengên xwe de vedihesim. Dikarim bêjim, afrînariya serbest di bin navnîşana bedewiyê de ye."

Bekir heta niha, gelek tablo hazir kiriye. Tev li gelek pêşangehên xwecih bûye. Lê belê ji ber şert û mercên herêmê, nekariye tev li pêşengehên navneteweyî bibe.

(şx)

ANHA