Pêşangeha Pirtûkan a li Reqayê di roja duyemîn de berdewam e
Pêşangeha Pirtûkan a li Reqayê di roja duyemîn de bi serdana xwendekarên dibistan û peymangehên li kantonê û şênî berdewam e.
Yekitiya Rewşenbîran bi hevkariya Desteya Çand û Şûnwaran a kantona Reqayê duh 2`yemîn Pêşangeha Pirtûkan bi dirûşma "Reqa mînareya çand û afrînariyê ye" li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê vekir.
4 hezar pirtûkên nivîskar, rewşenbîrên herêmê, 7 pirtûkxaneyên li kantona Reqayê, di pêşangehê de têne pêşandan.
Di roja duyemîn a pêşangehê de, bi dehan şênî, nivîskar, rewşenbîr, xwendekarên dibistan û peymangehên bajêr serdan kir.
Endamê Desteya Serokatiya Yekitiya Rewşenbîran a kantona Reqayê Ebdurehman El Ehmed der barê pêşangehê de got: "Em hewl didin pêşangehê her sal li dar bixin ji bo ku peyamê bidin cîhanê ku Reqa dîrok, çand û mîrasa xwe parastiye."
El Ehmed diyar kir ku berhemên di pêşangehê de têne pêşandan, ên pirtûkxaneyên Reqayê ne ku berê tenê kirtasî peyda dikir lê niha pirtûkan peyda dikin û wiha domand: "Ev jî nîşan dide ku xwêner pir bûne bi taybet ciwan."
Pêşangehê dê sibe bi dawî bibe. Di roja dawîn de wê pirtûka nivîskarê Skotlandî Sean Michael Wilson a bi navnîşan "Freedom Will Triumph” (azadî dê bi ser keve) ya der barê jiyana Rêber Abdullah Ocalan de were pênasekirin. Her wiha ji bo nasandina beşdarên pêşangehê bi nivîskaran û pirtûkan wê çalakiyek bê lidarxistin. Di çalakiyekê de dê pirtûk li beşdaran û spasname li aliyên tev li pêşangehê bûne, bêne belavkirin.
(şx)
ANHA