Piştî 6 salan Mesûd Barzanî çû Bexdayê!

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî piştî 6 salan çû Bexdayê bi rayedarên Iraqê re bicive.

Piştî 6 salan Mesûd Barzanî çû Bexdayê!
3 tîrmeh 2024   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan serokê PDK’ê Mesûd Barzanî gihiştiye Bexdayê, tê gotin wê Mesûd di serî de bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, bi gelek rayedarên Iraqê re bicive.

Li gorî medya herêmê, wê di civînan de behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê kirin. Herwiha tê gotin mijarek din ya sereke ya Barzanî jî Şengale. Wê Barzanî ji Iraqê bixwaze Peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Şengaliyan bikeve meriyetê.

Serdana Mesûd di demek wiha de tê kirin, dewleta Tirk a dagirker piraniya gundên Dihokê dagirkiriye, li nav xaka Başûrê Kurdistanê nasnameyan kontrol dike û gundan bi darê zorê dide valekirin.