4 çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 çeteyên DAIŞ`ê li gundewarê Dêrazorê girtin û bi wan re madeyên teqemeniyê û gelek çek desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku HAT`ê û Cîhazê Ewlehiya Giştî bi operasyonekê bi ser cihê şaneyeke DAIŞ`ê de girt û 4 çete tevî çek û cebilxaneya pê re desteser kirin.
Navendê der barê cebilxaneya de hatiye desteserkirin ev agahî parve kirin:
2 Kilaşînkov
1 Tivingeke nêçiriyê
10 Jarorên kilaşînkovê
1 Bombe
112 Fîşekên kilaşînkovê
4 Heşweya RPG
4 Topên RPG
36 Amûrên amadekirina bombeyan
1 Cubeya jarorên kîlaşînkovê
2 Çenteyên kilaşînkovê
2 Bombeyên mezin
6 Bombeyên navîn.
(şx)