Salvegera damezirandina TEV-DEM`ê li Qamişloyê hate pîrozkirin
Bi boneya salvegera 12`an a damezirandina TEV-DEM`ê şahiyek li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin. Di şahiyê de teqezî bi parastina destkeftiyên şehîdan hate kirin.
Şahî li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar ket. Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tev lê bûn.
Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û salvgera 12`an a damezirandina tevgerê li beşdaran pîroz kir û got: "Heta em gihaştin vê rojê, me fedakariyên mezin kirin û gelek ciwanên me şehîd bûn. Em dikarin bêjin ku tecrubeya me serkeftî ye."
Hiso wiha domand: "Roj bi roj, berpirsyariyên me zêde dibin ji bo ku yekitiya herêmê û parastina destkeftiyan, misoger bikin."
Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.
(şx)
ANHA