Saziya Kar û Barên Olî û Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li dar xist

Meclisên jinan ên Saziya Kar û Barên Olî û Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Helebê bi panelekê girîngiya etîk û geşkirina wê di avakirina civakeke durist de, nîqaş kir.

3 tîrmeh 2024   16:05
HELEB

Meclisa Jinan a Saziya Kar û Barên Olî û Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek bi navê "Exlaq û geşkirin mîsogeriya avakirina avakirina civakeke durist" li dar xist. Panel li hola civînan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi amadebûna endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Di panelê de du ‘astengiyên li pêşiya geşkirinê’ û ‘têgeha exlaq’ hatin şîrovekirin.

Mijara yekemîn a panelê ji aliyê berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hena Kerdûş ve hat şîrovekirin. Hena bal kişand ser astengiyên li pêşiya geşkirinê û bandorên şeran wekî yek ji sedemên sereke yên rêgirtina li ber geşkirinê nirxand.

Hena Kerdûş destnîşan kir ku geşkirin wek têgeh tê wateya rizgarkirina mirovan ji koletiya çînî, paşketina aborî, serdestiya saziyên teknîk û avakirina çînî ya neadilane.

Rêvebera Meclisa Jinan a Saziya Kar û Barên Olî Nesrîn Îbrahîm jî diyar kir ku nirx û exlaq roleke girîng di avakirina kesayeta ferdan û rêvebirina nêzîkatiyên wan de dilîze.

Her wiha beşdaran li ser mijarên panêlê nêrînên xwe anîn ziman.

(bb)

ANHA