Hikumeta nû ya Misirê sond xwar
Hikumeta nû ya Misirê ya bi serokatiya Mistefa Medbûlî ji bo ku dest bi erkên xwe bike, sond xwar.

Meclisa wezîran a Misirê, hikumeta nû ragihand ku tê de wezîrên parastinê, derve, malî, petrol, kehrebe û zemhêrê hatine guhertin.
Endamên hikumeta nû li huzûra serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî, serokwezîr Dr.Mistefa El Medbûlî sond xwarin.
Mistefa Medbûlî ji 2018`an ve, serokatiya hikumetê dike.
Di hikumeta nû de, Bedir Ebid El Atî dê wezîrê karên derve û koçberiyê be.
Her wiha 19 jin cihê xwe di hikumeta nû de digirin, jê 4 wezîr, 5 cîgirên wezîran û 9 alîkarên qaymmeqaman in.
Guhertinên di hikumeta nû de çêbûne, di dîroka hikumetê de mezin in ku 20 wezîr hatin guhertin.
(şx)