sûdanî û Barzanî êrişên dagirkeriya Tirk paşguh kirin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî li gel serokê PDK`ê Mesûd Barzanî civiya û gelek doz nîqaş kirin lê belê êrişên dewleta Tirk û baregehên wê yên li Iraqê paşguh kirin.

sûdanî û Barzanî êrişên dagirkeriya Tirk paşguh kirin
3 tîrmeh 2024   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News`ê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li paytext Bexdayê bi serokê Partiya Yekitiya Demokrat (PDK) Mesûd Barzanî re civiya. 

Sûdanî têkildarî civîna bi Barzanî re wiha got; “Ji bo avakirina baweriyê di navbera hikûmeta navendî û herêmê de gaveke girîng hat avêtin. Her wiha di serdanê de li ser mijarên cuda yên navxweyî û rewşa herêmî gotûbêjeke avaker hat kirin.”

Sûdanî wiha domand; “Me rêyeke girîng a baweriyê di navbera Hikûmeta Navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ava kir û pirsgirêkên heyî derbas kir. Her wiha me rewşa Rojhilata Navîn û geşedanên lê gotûbêj kir. Civîna me tekezî li ser wê yekê kir ku divê serwerî û ewlehiya Iraqê ji meydana nakokiyan dûr bê girtin û helwestên li ser mijarên niştimanî bên parastin.”

Piştre Mesûd Barzanî jî der barê hevdîtinê de got; “Em bi hevdîtina bi Serokê Hikûmeta Iraqê re keêfxweş in. Serdana min bo Bexdayê bi mebesta bihêzkirina hewlên serokwezîr Sûdanî ye ku bûye sedema pêşketineke rasteqîn a di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Her wiha Barzanî wiha got; “Serokwezîrê Iraqê ku serkirdayetiya dewletê dike, daxwaz û hewldanên wî yên ji bo rewşa welat ber bi aramiyê ve bibe hene. Diyaloga me têkildarî rewşa navxweyî û herêmî avaker bû û nêrînên me weke hev bûn.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serdana Barzanî bo Bexdayî di demek wisa de ye ku parêzgeha Dihokê yan jî herêma Behdînan di bin dagirkeriya dewleta Tirk a qirker de ye û heta niha Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu bertek nîşan nedane.

Her wiha her du aliyan ev mijar paşguh kir û behsa dagirkeriya li vî welatî nekir.

(şx)