Li Eyn Îsayê rêyeke sereke tê qîrkirin
Rêya sereke ya navenda Eyn Îsayê bi gundewarên li rojhilatê bajêr ve girê dide, tê qîrkirin.
Yekitiya Şaredariyan a Kantona Girê Spî dest bi qîrkirina rêya Eyn Îsa-Hîşa ya navenda bajarê Eyn Îsayê bi gundewarên li rojhilat ve girê dide, kir.
Dirêjahiya rê 7 kîlometre ye. Rê ji aliyê şêniyên zêdetirî 40 gundan ve tê bikaranîn.
Beriya xebatên qîrkirinê dest pê bikin, rê bi keviran hatibû sererastkirin.
Hevserokê Yekitiya Şaredariyan a Girê Spî diyar kir ku qîrkirina rê dê 20 rojan dewam bike û got amadekarî hene ku rêya Xan-Metîna (10 km) jî were qîrkirin.
(bb)
ANHA