ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-7-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-7-2024
4 tîrmeh 2024   02:00

Hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya Dêrazorê û cîgira Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Dêrazorê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wek “xiyaneta li mirovahî û rêgezên demokrasiyê” bi nav kir û got heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê çalakiyan li dar bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ehmed El Erec diyar kir ku eger tevahî sûriyeyî bibin yek, wê dewleta Tirk a dagirker nikare li hemberî wan tiştekî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dikana El Şear ku 55 sal e xizmeta tebqayiyan dike, dikana herî kevnar a şîraniyê ya li Tebqayê ye. Dikana El Şear bi şîraniyên xwe li Tebqa û Reqayê bi nav û deng e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Agirî Azadî (Hevrîn Ferhan) dixwazin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Şedadê cenazeyê şehîd Mihemed Xelef El Ziyab li goristana şehîdan a bajarê Şedadê oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Civakî ya Ermenî semînerek bi navnîşan "Têkiliya Rêber Abdullah Ocalan bi pêkhateyan û baweriyan" semînerek li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Hesekê şehîd Hêzên Komandos Mahir El Ebdullah (Welatparêz) li goristana Şehîd Dijwar a Hesekê oxir dikin saet di 18:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

2`yemîn Pêşangeha Pirtûkan a li Reqayê bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)