Derar: Divê gel bi fitne û idiyan neyên xapandin

Reportaj Summay

Derar: Divê gel bi fitne û idiyan neyên xapandin
25 mijdar 2018   07:57

TEBQA

Riyad Derar: Gelek alî gefan li herêmê dixwin. Hevalbendên Tirkiyê, Rûsya, Rêjîmê û heta DAIŞ'ê li herêmê hene. Dibe ku fitneyan li herêmê derbixin û sûdê jê bigrin. Ji ber wê divê welatî bi van îdiayan neyên xapandin.

Têkildarî civîna ku hevserokê Meclisa Sûriye Demokratîk Riyad Derar duh li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê li dar xistibû, ajansa me hevpeyvînek bi wî re çêkir.

Hevpevîn wiha ye:

Gelo hûn gefxwarinên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa dinirxînin?

Rêjîma Tirkiye bi gefxwarinên xwe li dijî herêmê hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derbixe derve û gelê xwe bi dozên derve mijûl bike. Beriya vê jî Rohanî, Lavrov û Welîd El-Muelêm heman gef li herêmê xwar in. Ev jî şêwazek ji şêwazên hevalbendiyan di navbera wan hemûyan de ye.

Xuyaye ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyê li gorî pilanê naçe. Di çarçoveya ji nû ve destpêkirina şer di navbera El-Nusra û Rêjîmê de û redkirina El-Nusra derketina ji herêma bê çek hûn çawa dinirxînin?

Di bingeh de Tirkiye piştgiriya El-Nusra û hemû komên çekdar ên ku heman nêrîna tundiyê hildigirn dike. Ji ber wê û li gorî lihevkirina Soçiyê rê ji Tirkiyê re hate vekirin da ku pirsgirêkê çareser bike. Ji aliyê xwe ve Tirkiye bi hindek koman itîraf kir û hindek din jî xiste nav lîsteya terorê jê Cebheta El-Nusra ye. Di encamê de wê nakokî di navbera komên ku Tirkiye piştgirya wan dike û El-Nusra ve derkeve. Ev şerekî giran e û ji şerê rêjîmê bi şêniyên Idlibê re ne kêmtir e, yan jî wê derfetek dirêj bê dayîn mîna ku Rûsya dixwaze da ku bi awayekî hêdî hêdî El-Nusra tesfiye bike û ev sînaryo gengaz e.

Hûn çawa avakirina noqteyên çavdêriyê û dewriyên Amerîkayê li ser sînor dinêrin û girîngiya wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye?

Em ji van gavan sûd werdigrin, ji ber ji Tirkiyê re nîşaneyekê dide ku sînorên xwe derbas neke. Her wiha nîşan dide ku herêm berê ewle ye û wê hertim wisa bimîne, ji ber ku guleyek ber bi Tirkiyê ve nehatiye avêtin. Bi avakirina van noqteyan em ê bi karûbarên hundirîn re mijûl bikin wekî şerê li dijî terorê û avakirina herêma xwe.

Hindek alî hewl didin ajandeyên xwe li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya belavkirina îdiayan û belavkirina fitneyan pêk bînin, gelo nêrîna we ji van hewldanan çi ye?

Gelek alî gefan li herêmê dixwin. Hevalbendên Tirkiyê, Rûsya, Rêjîmê û heta DAIŞ'ê li herêmê hene. Dibe ku fitneyan li herêmê derbixin û sûdê jê bigrin. Ji ber wê divê welatî bi van îdiayan neyên xapandin û ji bo aramî û avakirina herêmên xwe bixebitin.

Divê şêniyên Reqa û Dêrazorê bi van kesan neyên xapandin. Ew bi rêya pereyan hatine kirîn. Eger niştîmaperwer bûna wê demê wê dirûşmeyên niştîmanperweriya hildana ne daxwazên aliyê ku ji wan re dixebtin pêk bînin. Em hemû gelê Sûriyeyê ne û ji bo Sûriye dixebitin.

ANHA