Şehîdên ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ li Dêrazorê hatin oxirkirin

Sê şervanên QSD‘ê ku ‘Şerê Tinekirin Terorê‘ de şehîd bibû bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen hatin veşartin.

Şehîdên ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ li Dêrazorê hatin oxirkirin
Şehîdên ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ li Dêrazorê hatin oxirkirin
Şehîdên ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ li Dêrazorê hatin oxirkirin
Şehîdên ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ li Dêrazorê hatin oxirkirin
Şehîdên ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ li Dêrazorê hatin oxirkirin
Şehîdên ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ li Dêrazorê hatin oxirkirin
Şehîdên ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ li Dêrazorê hatin oxirkirin
Şehîdên ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ li Dêrazorê hatin oxirkirin
26 mijdar, 2018   16:59

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundewarên Dêrazorê "Bisêra, Cirzî û Şenan" û gundên derdora wê, bajarokê Hecînê, şervanên QSD‘ê cenazeyê şervanên QSD‘ê Usama Mihemed El-Hesen (Cesûr), Ebdulletîf Etellah (Bahoz) û Mihemed ku 19‘ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirin Terorê‘ de li gundê Cirzî şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehdî Hanî El-Hesn a li bajaroka Bisêra oxir kirin.

Merasîm bi bîranîna şehîdên azadiyê û turaneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir.

Bi navê Meclisa Sûriyaya Demokratîk Semîn Salih Xelo axivî û wiha got: "Şehîdên me sembola rûmeta me ne, şehîd ji xeyalan rastiya jiyaneke azad û bi rûmet afirandin. Şehîd namirin, şehîd namirin, şehîd namirin."

Bi navê Hêzên Leşkerî yên qada Hecînê fermandar Ezedîn Etellah jî axivî û ev tişt anî ziman: "Me şehîd dan û heya niha jî didin ta ku bighêjin jiyaneke azad. Em soz didin ku em ê xeta şehîdan bişopînin û armancên wan bi cih bînin."

Di berdewama merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Wîsal Hezai sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, şehîd barbanga azadiyê ne, keda wan tu carî nayê ji bîrkirin, şehîd ew in ên ku rêya gelan ronî dike.

Di dawiya merasîmê de, nasnameyên hersê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Her wiha şehadeta şervanên QSD‘ê "Mihemed El-Mihemed, Xalid El-Dewas, Ebdulrezaq El-Hiwêş, Mihemed El-Elî û Sufyan Îbrahîm El-Hiwêş" ku 13‘ê vê mehê li ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ de şehîd bûn hate ragihandin û nasnameyên wan radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanên cenazeyên hersê şehîdan hilgirtin û di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA