Di nav jiyaneke hejar de bûye çavê malbata xwe

Dunya El-Îbrahîm tevî hevser û her 4 zarokên xwe yên kor, li kampa Tiwêhniyê ya ku dikeve berava rojhilatê çemê Firatê li rojava-bakurê Tebqayê, jiyanek hejar didomîne û li benda alîkariyan e.

Di nav jiyaneke hejar de bûye çavê malbata xwe
Di nav jiyaneke hejar de bûye çavê malbata xwe
Di nav jiyaneke hejar de bûye çavê malbata xwe
26 mijdar, 2018   08:38

UDEY EL-EHMED - EBDULREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Di bin her konekî li kampa Tiwêhniyê de çîrokeke êş û azar kêşanê heye. Çîroka malbata Dunya El-Îbrahîm yek ji wan çîrokan e. Hevser û her 4 zarokên wê Hûriye, Înam, Newaf û Macid ji ber nexweşiyekê kor in. Ev nexweşî bi rêya hindek niştergeriyan tê dermankirin lê belê lêçûna wê jî pir e.

Li gel korbûna hevserê Dunyayê Yasêr El-Newaf El-Etraş, Dunya barê malbatê hilgirtiye ser xwe. Lê barê wê bi koçberbûnê re zêdetir bû. Malbata Dunya di zivistana borî de ji ber şerên ku li herêmê rû dane, ji rojhilatê gundewarên Hemayê koçber bûye.

Dayika Dunya ji ber kêmasiya alîkariyan bi gilî û gazinc e. Di bin konê malbatê de li gel paşguhkirina rêxistinên ku li kampê kar dikin, ji bilî nanê ku Rêveberiya Sivîl a Tebqayê pêşkêş dike, tiştek tune ye.

Dunya diyar kir ku lêçûna niştergeriya çavên kurê wê yê yek salî 500 hezar lîreyên Sûriyê derbas kiriye. Ji ber niştergeriyê Macid tenê hindek tiştên ku li derdora xwe ferq dike. Li gorî bijîşkê ku Macid derman dike, ew li benda celseyên dermankirinê yên demeke dirêj e.

Dayika Dunya nikare pereyên pêwîst ji bo berdewamkirina dermankirinê peyda bike, ji ber wê ew li benda alîkariyê ye. Ruxmî van azaran jî dayika Dunya dest ji malbata xwe berneda û bû çavên wan.

(şx)

ANHA