Şaredariyên Şehbayê û pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê

Şaredariyên gel ên herêma Efrînê pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re ruxmî derfetên kêm û alavên xizmetguzariyê didomîne.

Şaredariyên Şehbayê û pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê
Şaredariyên Şehbayê û pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê
Şaredariyên Şehbayê û pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê
Şaredariyên Şehbayê û pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê
Şaredariyên Şehbayê û pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê
26 mijdar, 2018   07:39

CAFER CAFO - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Şaredariyên gel ên herêma Efrînê bê navber xebatên xizmetguzariyê tevî mercên dijwar û kêm derfet û alavên xizmetguzariyê pêşkêş dike.

Binasaziya kantona Şehbayê ji ber şerên ku li herêmê rû dane, wêran bûye.

Şêniyên Efrînê di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li dijî kantonê û pêkanîna komkujiyan der heqê sivîlan de berê xwe da Şehbayê.

Ji ber wê şaredariyên gel ji 8 mehan ve li gel kêmasiyên alavên pêwîst xebatên xizmetguzariyê pêşkêş dike.

Bi hatina zivistanê re û ji ber nebaşiya rêyan şaredariyan rê bi kevir û çelbê çêkirin. Şaredariyan rê heta 8 km raxist û hemû çal tijî kirin. Her wiha rêyên kantona Şehbayê û navçeyê Şêrawayê bi temamî sererast kirin.

Tevî wan xebatan şaredariyên gel ên herêma Efrînê kampeke nû bi navê 'Veger' li navçeya Şêrawa vekir û derdora 200 kon lê hene.

Her wiha şaredariyan xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê dimeşîne û ji navçeya Ehdas dest bi projeya xwe kiriye û dê li hemû navçe û gundên Şehba û Şêrawayê berdewam bike.

Girêdayî mijarê endamê Şaredariya Gel ê Herêma Efrînê Xerîb Bekir wiha got:"Ruxmî astengiyan lê em hewl didin xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkêş bikin."

(şx)

ANHA