'Bi êrîşên li dijî Êzidiyan hewl didin çanda kurdî qir bikin'

Êzidiyên herêma Cizîrê û Şengalê diyar kirin ku dijminên gelê Kurd bi hedefgirtina ola êzdayetiyê hewl didin çanda gelê Kurd asîmîle bikin û destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nav bêdengiya navdewletî de li Efrînê ola îslamê li Êzidiyan ferz dikin.

'Bi êrîşên li dijî Êzidiyan hewl didin çanda kurdî qir bikin'
'Bi êrîşên li dijî Êzidiyan hewl didin çanda kurdî qir bikin'
'Bi êrîşên li dijî Êzidiyan hewl didin çanda kurdî qir bikin'
26 mijdar, 2018   07:15

EHMED SEMÎR - BASIL REŞÎD / QAMIŞLO

Civaka Êzidî di dirêjahiya dîrokê de rastî gelek hewldanên qirkirinê hat. Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên bi armanca qirkirinê li ser Efrînê de, di serî de Êzidî kirin hedef. Di vê çarçeveyê de êrîş birin ser deverên pîroz ên  Êzidiyan.

Têkildarî mijarê êzidiyên herêma Cizîrê û Şengalê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin. Êzidiyan diyar kirin ku civaka Êzidî li ser destê Osmaniyan gelek êş kişandine û niha jî neviya wan dewleta Tirk binpêkirinên xwe yên hovane der heqê êzidiyên Efrînê de didomîne.

Endama rêveber ê Mala Êzidiyan a Kantona Hesekê Diyala Şêxo wiha got:"Ji hezaran salan ve me gelek êş û azar kişandine. Hemû hewldanên qirkirinê û komkujiyên der heqê me de pêk hatine, bi çi rengî be jî destê Tirkiyeyê tê de heye. Efrîn mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ayînên ola îslamê li Êzidiyên Efrînê ferz dike. Dewleta Tirk bi hedefgirtina Êzidiyan çanda gelê Kurd armanc dike û ev hemû li ber çavên cîhanê pêk tên."

Di berdewama gotinên xwe de Diyala teqez kir ku Êzidî li hember hemû êrîşan sekinîne, li ber xwe dane û çanda xwe parastine. Her wiha destnîşan kir ku ew ê nehêlin tu kes çanda wan qir bike û wiha dewam kir:"Ji ber wê divê civaka navdewletî li hember bûyerên ku rastî me tên xwedî helwestek diyar bin."

Ji aliyê xwe ve endamê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hiso Îbrahîm jî wiha axivî: "Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ne tenê Êzidiyên Efrînê dikin hedef, lê belê hemû Êzidiyên Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê dikin hedef."

Îbrahîm di dirêjahiya gotinên xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk ji serdema Osmaniyan ve û heta niha dijminahiya civaka Êzidî dike û dixwaze hebûn û ola wî qir bike û ev tişt anî ziman:"Der heqê me de 73 komkujî pêk hatin. Lê dagirker negihîştin armancên xwe. Em li hember êrîşan sekinîn û me li ber xwe da."

Girêdayî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê endama Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm wiha got: "Herêmên Bakurê Sûriyê bi saya hevgirtina hemû pêkhateyên wê di nav ewlehî û aramiyê de ne. Ev jî ne li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê li herêmê ye.”

Leyla wiha domand: "Bila tevahiya cîhanê bizanin ku gelên Bakurê Sûriyê hêza xwe ji yekitiya hemû pêkhateyên xwe digire û kes nikare wê yekitiyê bişikîne.”

Di dawiyê de Leyla bang li civaka navdewletî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û êrîşên Tirkiyê yên hovane der heqê gelê Kurd de bi dawî bikin.

(şx)

ANHA