‘Divê qanûnên li dijî jinan werin guherandin’

Meclisa Jinên Sûriyê bi daxuyaniyekê 25’ê Mijdarê pîroz kir û banga kar û xebatên hevbeş kir da ku hemû qanûnên li dijî jinan werin guherandin.

‘Divê qanûnên li dijî jinan werin guherandin’
26 mijdar, 2018   08:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinên Sûriyê bi daxuyaniyekê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin di wê rojê de li dijî êş, zehmetî û hemû cureyên şîdetê tê sekinandin û wiha dewam kir: “Ew roj derfet e ku bang li berpirsên hikumetan were kirin da ku tedbîrên pêwîst ên ku bi temamî şîdeta li ser jinan bi dawî bikin, bigirin û heta niha li ser asta cîhanî û herêmî jin her tim dibin qurbaniyên binpêkirina mafên mirovan.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di demekê de ku jinên Sûriyê di rewşeke xerab re derbas dibin 25’ê Mijdarê hat û daxuyanî wiha didome: “Bi zêdebûna hovîtiyê û zehmetiyan jin her tim dibûn qurbaniyên vê yekê. Bi awayekî zêde jin hatin qetilkirin, îşkencekirin, tecawizkirin, revandin û neçarî koçberiyê bûn. Tevî hemû zehmetiyan jinan roleke mezin di aloziya Sûriyê de lîst. Bi bilindbûna cudahiya di navbera jin û zilaman û zordariya li ser jinên li Sûriyê, em bi bîr dixin divê têkoşîn were bilindkirin ji bo ku hemû rengên tundiyê li dijî jinan çi qanûnî û civakî û aborî be, divê kedeke mezin bê dayîn da ku hemû qanûnên cudakariya li dijî jinan rabin. Her wiha jin bikarin mafê xwe di aliyê aborî, civakî û siyasî de bi dest bixin.

Em wek Meclisa Jinên Sûriyê, hemû jinên cîhanê pîroz dikin, hemû tevgerên jinan ên herêmî û cîhanî silav dikin, em li pişt hemû jinan in. Em teqez dikin ku her roj û her sal rojên jinên Sûriyê ne, bi îrade û mafên jinan dê rê li ber aştiyê were vekirin. Em sersaxiyê ji hemû malbatên li Sûriyê dixwazin ku mirovên xwe wenda kirin, ji hemû birîndaran re şifayê dixwezin, hemû kiryarên şidet, kuştin û revandinê bi tundî şermezar dikin. Em piştgiriya hemû jinên ku hatin revandin, binçavkirin, koçber û destdirêjî li wan hatibe kirin û her rengê şidetê, dikin.”

(jo-bx)