Balafirên dagirkeriya Tirk herêma Metîna bombebaran kir

HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Metînayê barandin û ragihand, ti ziyan negihişatiye gerîlayên wan.

Balafirên dagirkeriya Tirk herêma Metîna bombebaran kir
25 mijdar, 2018   12:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Êvara 24'ê Mijdarê saet 19'an, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Girê Heqarî yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê ti zerar û ziyan negihişt gerîlayên me."