Li Idlibê revandin û kuştina sivîlan

Şêniyên gundê Batenta yê bakurê Idlibê cenazeyên 4 kesên ji destan ve girêdayî û di serê wan de gule hatine teqandin, dîtin. Çavkaniyan diyar kir ku 4 kesên ku hatine kuştin, sivîl in û ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve ji ber fîdye nedane wan, hatine kuştin. 

Li Idlibê revandin û kuştina sivîlan
Li Idlibê revandin û kuştina sivîlan
Li Idlibê revandin û kuştina sivîlan
Li Idlibê revandin û kuştina sivîlan
Li Idlibê revandin û kuştina sivîlan
Li Idlibê revandin û kuştina sivîlan
25 mijdar, 2018   11:54

ŞEHBA

Çavkaniyên ji gundê Batenta yê bakurê Idlibê ji ajansa me re diyar kir ku şêniyên gund 4 sivîl di nav zeviyên çandiniyê de bi awayekî kuştî dîtine.

Çavkaniyan da zanîn ku cenazeyên ku hatine dîtin ên sivîlan in, lê ji ber çeteyên Cebhet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nursa)  fîdye ji xizmên wan ji bo serbestberdanê xwestibûn û wan nikarî bida, ew kuştin.

Çavkaniyekî herêmî der barê zêdebûna girtiyan de ji aliyê Cebhet Tehrîr El-Şam ve, diyar kir li bajarokê Harim ê ku dikeve bakurê rojavayê Idlibê, çete sivîlan bi tawana têkiliya wan bi rêjîma Sûriyê re heye, direvînin.

Çalakvanan dîmenên sivîlên bajarokê Harim ku ji aliyê çeteyên Cebhet El-Tehrîr El-Şam ve tên îşkencekirin, weşandin.

Ji aliyê xwe ve çavkanî da zanîn ku kesên hatine revandin ji şêniyên Harim in, çete ji bo serbestberdana wan 5 hezar dolarên Amerîkî wek fidye xwestiye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku zêdetirî 4 hezar girtî di zindanên Cebhet El-Tehrîr E-Şam de hene.

(ekîb)