‘Şîdeta li ser jinan, li pêşberî pêkanîna wekheviyê asteng e’

MSD`ê diyar kir ku şîdeta li dijî jinan, li pêşberî pêkanîna wekheviyê dibe asteng û mafê jinan dixwe. MSD`ê bang li hemû jinên cîhanê kir ku têkiliya xwe xurt bikin û ji bo têkbirina bêdengiya li hemberî şîdeta li ser jinan, têkoşîna xwe dewam bikin.  

‘Şîdeta li ser jinan, li pêşberî pêkanîna wekheviyê asteng e’
25 mijdar, 2018   12:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan a Navneteweyî, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

MSD`ê diyar kir ku 25`ê Mijdarê her sal li seranserê cîhanê ji aliyê hemû tevgerên hiqûqî û rêxistinên jinan ve tê pîrozkirin. MSD`ê anî ziman ku armanc jê ew e ku şîdeta li dijî jinan bi hemû cureyên wê werin sekinandin.

MSD`ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Rewşên şîdeta li ser jinan, heta niha pêkanîna wekheviyê asteng dike û mafê jinan dixwe. Ev yek jî diyar dike ku di dîrokê de têkiliya di navbera jin û mêran de ne wekhev e, bi vê yekê jî cuhadiyeke çandî û civakî xiste navbera her du zayendan. Di encama vê yekê de, jin di kesayeta xwe de kêm bûn û ji mafên xwe hatin mehrûmkirin.”

MSD`ê diyar kir ku di demeke ew şîdeta li dijî jinan bi hemû cureyên xwe şermezar dikin, ew fedekariya jinên cîhanê yên ji bo bidestxistina mafan tê koşiyan, silav dikin. Her wiha MSD`ê taybet jinên Sûriyê yên ku ji ber aloziya Sûriyê êş kişandin, bi bîr anîn û têkoşîna wan a domdar silav kir.

Di heman demê de, MSD`ê bang li hemû jinên cîhanê kir ku têkiliya xwe xurt bikin û ji bo têkbirina bêdengiya li hemberî şîdeta li ser jinan, têkoşîna xwe dewam bikin. 

(kc)