Rayedarên Ewropayê derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê erê kir

Rayedarên Ewropayê îro biryara derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê (Brexit) erê kir.

Rayedarên Ewropayê derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê erê kir
25 mijdar, 2018   11:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li paytexta Belçîkayê Brukselê lûtkeya peymana derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê (Brexit) hate lidarxistin. Di lûtkeyê de, rayedarên dewletên Yekitiya Ewropayê biryara derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê erê kir.

Lê biryara derketina Brîtanyayê divê ji aliyê parlamentoyê ve jî were erêkirin.

Têkildarî mijarê serokê Komîseriya Ewropayê Jean-Claude Yonker wiha got: “Ev rojeke xemgîn e. Çi dewletên din jî ji Yekitiya Ewropayê derkevin, em bang nakin ku şahî were çêkirin. Ev kêliyeke pir bi êş e.”

Danûstandina di navbera London û Komîseriya Ewropayê de 17 mehan dewam kir. Biryara derketinê dê ji aliyê Parlamentoya Ewropayê û Brîtanyayê ve beriya 29`ê Adara 2019`an bikeve meriyetê, were dayîn.

(kc)