Piştî êrîşên DAIŞ’ê li Şengalê birêxistinbûna jinan

Endama Meclisa Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Beşîra Derwîş tekez kir ku jinên Êzidî piştî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê, xwe di hemû aliyên jiyanê de bi rêxistin kirine.

Piştî êrîşên DAIŞ’ê li Şengalê birêxistinbûna jinan
25 mijdar, 2018   11:06

EHMED SEMÎR – BASIL REŞÎD / QAMIŞLO

Jinên Êzidî dema çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Şengalê kir, rastî hemû cureyên tundiyê, kiryarên derexlaqî hatin û di sûkan de hatin firotin.

Endama Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Beşîra Derwîş ji ajansa me ANHA`yê re axivî û tekez kir ku jinên Êzidî xwe di hemû aliyên jiyanê de bi rêxistin kirine. Beşîra Derwîş diyar kir ku rewşa gelê Êzidî ji beriya şoreşa Rojava ve mîna rewşa hemû gelan bû, mafên wan ji wan hatibûn standin.

Beşîra destnîşan kir ku ji destpêka ku Mala Êzidiyan li herêma Cizîrê hate avakirin ve hemû jinan cihê xwe tê de girt, lê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê ku gelek jin hatin qetilkirin û di sûkan de hatin firotin, wan pêwîstî dît ku jin rola xwe di Mala Êzidiyan de aktîf bikin û niha tevlêbûna jinan di Mala Êzidiyan de ji sedî 50 ye.

Beşîra got jinên Êzidî ne birêxistinkirî bûn, tu rihê berpirsyariyê li gel wan tune bû lê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê, jinên Êzidî xwe bi rêxistin kir, komîteyên xwe yên taybet ava kirin û xwesriya xwe parast.

Endama Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Beşîra Derwîş di dawiyê de destnîşan kir ku jinên Êzidî xwe di hemû aliyên jiyanê de bi rêxistin kir, cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Şengalê de girt, da ku xwe ji êrîşan biparêzin û her wiha tev li hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê bûn da ku tola xwe ji çeteyên DAIŞ`ê yên ku jinên Êzidî di sûkên Reqayê de firotin, hildin.

(bx)

ANHA