Têkildarî êrîşa li ser Helebê rêjîm û çete hev tawanbar dikin

Di encama êrîşên li ser taxa El-Xalidiyê û Komeleya El-Zehra yên Helebê de bêhna 46 kesan teng bû û nedikarîn nefesê hildin. Piştî ku bijîşkan diyar kir ku ew kes ji madeya klora jehrkirî birîndar bûne, komên çete û rêjîma Sûriyê bi vê yekê hev tawanbar kir.

Têkildarî êrîşa li ser Helebê rêjîm û çete hev tawanbar dikin
Têkildarî êrîşa li ser Helebê rêjîm û çete hev tawanbar dikin
Têkildarî êrîşa li ser Helebê rêjîm û çete hev tawanbar dikin
Têkildarî êrîşa li ser Helebê rêjîm û çete hev tawanbar dikin
25 mijdar, 2018   10:25

HELEB

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li Meret El-Ertîq û Kefer Hemre û gundê El-Tebrîkat ê bakurê rojavayê Helebê xwe bi cih kirine, duh êrîşên bi mûşek û topan li ser kolana El-Nîl, taxa El-Xalidiyê û Komleya El-Zehra yên bajarê Helebê ku di bin serweriya hêzên rêjîma Sûriyê de, zêde kirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ajansa me ANHA`yê li Helebê, hejmara kesên ku ji ber êrîşan birîndar bûne 46 sivîl in. Rewşa hinekan ji wan sivik e û hinekan jî ne zêde giran e. Her wiha diyar kir ku di encama êrîşan de tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye lê gelek rewş hebûn, pêwîst bû ku derbasî nexweşxaneyên Helebê bibin.

Di agahiyan de hate tekezkirin ku kesên birîndar bi jehrê ketine û serê wan diêşe. Bijîşkan jî diyar kir ku ew kes rastî êrîşên bi madeya klora jehirkirî hatine.

Berdevkê fermî yê Eniya El-Tehrîr El-Weteniye Nacî Mistefa êrîşên bi madeyên jehirkirî red kirin û got çekên kîmyasal li gel wan tune ne û tenê çekên kîmyasal li gel hêza rêjîma Sûriyê hene.

Ji aliyê xwe ve, fermandarê polêsan li Helebê Îsam El-Şelî ji ajansa Sûriyê SANA’yê re diyar kir ku komên terorîst bi moşekên jehrkirî êrîşî taxên bajarê Helebê kir. Di encama wê de gelek sivîl bêhna wan teng bû û ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyên El-Razî û El-Camîa.

(bx)

ANHA