Şaredariya Gel a Reqayê projeyên nû pêk tîne

Şaredariya Gel a Reqayê ji rojên destpêkê yên rizgarkirinê ve gelek xebat pêşkêş kirine. Îro jî bi armanca guhertina rewşa xizmetguzariya bajêr û ronîkirina xuyanga wî hewl dide gelek projeyan pêk bîne

Şaredariya Gel a Reqayê projeyên nû pêk tîne
Şaredariya Gel a Reqayê projeyên nû pêk tîne
Şaredariya Gel a Reqayê projeyên nû pêk tîne
Şaredariya Gel a Reqayê projeyên nû pêk tîne
Şaredariya Gel a Reqayê projeyên nû pêk tîne
Şaredariya Gel a Reqayê projeyên nû pêk tîne
Şaredariya Gel a Reqayê projeyên nû pêk tîne
Şaredariya Gel a Reqayê projeyên nû pêk tîne
Şaredariya Gel a Reqayê projeyên nû pêk tîne
25 mijdar, 2018   10:20

EMAR EL-XELEF- HEMED EL-MISTEFA / REQA

Şaredariya Gel a Reqayê di 2 mehên dawîn de gelek xebatên xizmetguzariyê di hemû war û beşan xwe de bi taybet beşa paqijiyê de, dane meşandin.

Şaredariyê bi armanca vegerandina ronakiya şaristanî ya bajêr, hejmareke mezin ji taxên bajêr ên qerebalix paqij kirin. Her wiha şaredariyê rêyên bajêr ên şaxî û sereke ku zirar dîtine, qîr kirin. Bi hatina zivistanê re şaredarî neçar ma xebatên qîrkirinê rawestîne. Lê di havîna bê de dê van xebatan ji nû ve bide meşandin.

Komîteya Veguhastinê

Komîteya Veguhastinê ji Meclisa Sivîl a Reqayê 10 mîkrobasên din wergirtin. Niha hejmara mîkrobasan gihaşt 23’yan. Her wiha komîteyê xebatên amadekirina geraca sereke (El-Bolman) û geraca serwîsan a li kolana Deriya Bexda didomîne. Ji aliyekî din ve komîte ruxsetên ajokariyê dide ajokaran.

Şaredariyê û Komîteya Veguhastinê ji bo destpêka sala 2019’an plansaziyek daniye. Li gorî plansaziyê dê geraceke din a texsiyan were avakirin. Her wiha bi armanca veguhastina şêniyan derveyî Sûriyê xebatên amadekirina geraceke navdewletî ya tekane li bajarê Reqayê berdewam in.

Komîteya Hawîrdor û Parkan

Piştî restorekirina parkên El-Reşîd, El-Bustan û Zarok û amadekirina lîstokên zarokan li wan parkan, komîteyê xebatên restorekirina parkên El-Istiqlal û El-Beyda didomîne.

Komîteya Avê

Werşeyên sererastkirinê yên girêdayî Komîteya Avê xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê û avê di nav taxên bajêr de didomîne. Heta niha komîteyê av bi rêjeya ji sedî 75 gihandiya şêniyan. Her wiha xebatên sererastkirina toreyên taxên El-Bedo, El-Idîxar, Basêl, El-Nehda û El-Firat berdewam in.

Paqijî

Şaredariya Gel a Reqayê bi koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê projeya paqijiyê di meha 6’an a  2018’an de bi lêçûna 456 hezar dolar dabû destpêkirin. Ev xebat heta roja me ya îro berdewam e. Şaredariyê hemû dibistan û kolanên sereke yên bajêr paqij kirine û çop veguhastiye cihên diyar li derveyî bajêr.

Di çarçoveya porjeyê de şaredariyê bi rêjeya ji sedî 70 ji taxên bajêr paqij kiriye. Her wiha xebat heta paqijkirina hemû taxên bajêr berdewam in.

Karîgerê Geracên Reqayê û Hevkarîgerê projeya paqijiyê Esad El-Mistefa têkildarî mijarê wiha got: "Piştî destpêkirina projeyê di 10-6-2018îan de em xebatên projeyê didomînin."

Girêdayî heman mijarê serokê Şaredariya Gel a Navendî yê Reqayê Ehmed El-Ibrahîm ev tişt anî ziman: "Em di pêşkêşkirina hemû xebatên xizmetguzariyê de berdewam in. Di sala 2019'an bi armanca pêşxistina bajêr ji aliyê xizmetguzariyê ve, xweşkirina xuyanga bajêr û peydakirina hemû pêdiviyên welatiyan em ê gelek projeyên xizmetguzariyê bidin destpêkirin."

Tê zanîn ku ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ji hêla QSD'ê ve, Şaredariya Gel bi hemû komîteyên xwe ve gelek xebatên xizmetguzariyê di hemû waran de meşandiye û hîna jî dide meşandin.

(şx)

ANHA