Li Lubnanê li dijî tundiya li ser jinan semînerek hat dayîn

Der barê tundiya li ser jinan û cureyên tundiyê û çawaniya sekinandina tundiyê de, Tevgera Civaka Demokratîk semînerek li Beyrûtê organîze kir.

Li Lubnanê li dijî tundiya li ser jinan semînerek hat dayîn
25 mijdar, 2018   10:10

BEYRÛT

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li Lubananê bi dehan kurdistaniyên li herêma Zexerta tev li semînerekê bûn ku ji aliyê Tevgera Civaka Demoratîk (TEV-DEM) ve hatibû lidarxistin. Li hola semînerê gelek wêneyên pêşengên jinan hatin daliqandin.

Yek ji rêveberên TEV-DEM’ê Şervîn Cûdî li ser rêbazên tundiyê û cureyên tundiyê yên mîna tundiya fizîkî, fikrî, cinsî û derûnî yên li ser jinan tên bikaranîn, şîrove kirin. Şervîn Cûdî  têkoşîna her sê xwişkên Mîrabel ku ji aliyê dîktator Trujillo ve hatine kuştin û ji wê rojê û pê de 25’ê Mijdarê bûye Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, bi bîr xistin.

Şervîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê tundiya li ser jinan bê sekinandin û jin di jiyanê de bibin xwedî maf.

Semîner bi dirûşmeyên daxwaza azadiya jinan bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA