Şervanên QSD`ê êrîşên çeteyên DAIŞ`ê têk birin

Şervanên QSD`ê êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li eniya Hecînê têk birin. Di encama bersivdayîna şervanên QSD`ê de bi dehan çete hatin kuştin.

Şervanên QSD`ê êrîşên çeteyên DAIŞ`ê têk birin
Şervanên QSD`ê êrîşên çeteyên DAIŞ`ê têk birin
Şervanên QSD`ê êrîşên çeteyên DAIŞ`ê têk birin
Şervanên QSD`ê êrîşên çeteyên DAIŞ`ê têk birin
Şervanên QSD`ê êrîşên çeteyên DAIŞ`ê têk birin
25 mijdar, 2018   08:46

DÊRAZOR

Qonaxa dawî ya hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê bi hemû hêza xw didome. Şervanên QSD`ê li eniya Hecînê bi pêşve diçin. Çeteyên DAIŞ`ê bi rêya erebeyên bombebarkirî êrîşên nuqteyên şervanên kirin da ku li pêşiya pêşveçûnên şervanan bigrin.

Di vê çarçoveyê de, şervanên QSD`ê êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li eniyên bakur û rojavayî Hecînê têk birin. Her wiha gelek erebeyên çeteyên ên bombebarkirî piştî ku hatin bêbandorkirin ketin destê şervanan.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku di şerê ku di navbera QSD û çeteyên DAIŞ`ê de li eniya bakur û rojavayê Hecînê rûdaye, herî kêm 20 çete hatin kuştin. Çavkanî teqez kir ku hejmara kuştiyên çeteyên zêdeyî 20 ye. Her wiha destnîşan kir ku zêdeyî 20 cenazeyên çeteyan ketine destê şervanên QSD`ê de.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku QSD`ê 11`ê Mijdarê careke din dest bi Qonaxa dawî ya Hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê kir.

(bx)

ANHA