‘Li Bakurê Sûriyeyê jin ji nû ve dîrokê dihûnin’

Meclisa Rêveber a Cizîrê der barê 25’ê Mijdarê de daxuyaniyek da û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Jin li Bakurê Sûriyeyê dîrokê ji nû ve dihûnin."

‘Li Bakurê Sûriyeyê jin ji nû ve dîrokê dihûnin’
24 mijdar, 2018   09:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Cizîrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek da û îşaret bi rola jinan li Bakurê Sûriyeyê li dijî terorê kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku doza jinan ji destpêka dîrokê ve ji girîngtirîn dozên civakê ye û wiha hate gotin: “Rola jinan di nava civakên mirovahiyê de sereke ye. Ji destpêkê ve her tişt di destê jinan de bû. Di nava dîrokê de serdemek bi navê ‘serdema dayikê’ hate naskirin. Ji ber ku di wê demê de wate û nirxên mirovî bi destê jinan hatin avakirin da ku xizmeta civakê bi awayekî wekhev bikin.”

Meclisa Rêveber destnîşan kir ku ji ber pêşketinên di hemû aliyên jiyanê de û bi taybet di aliyê alavên berheman de û pêşketina kapîtalîzmê, rola jinan hêdî hêdî bi awayekî neyînî kêm bû û berovajî vê yekê zîhniyeta desthilatdar bi pêş ket.

Xwişkên Mîrabal bûn pêşengên jinên cîhanê

Di daxuyaniyê de her sê xwişkên Mîrabal hatin bibîranîn û wiha girîngî pê hate dayîn: “25`ê Mijdara 1960`an ji aliyê dîktator Trujillo ve fermana qetilkirina her sê xwişkan derket. Ew roj bû çavkaniya gelek kesan li tevahî cîhanê da ku girîngiyê bidin dozên jinan û ji bo hemû cureyên tundiyê li ser jinan tê bikoşin.”  

Di berdewama daxuyaniyê de şîdeta ku ji aliyê hikumetan û civakê ve li jinan tê kirin hate şermezarkirin ku hate diyarkirin ku şîdet dihêle desthilatdarî di îradeya gelan de pêk were, tevî ku dîrok bi gelek şoreşan û serhildanan û refleksan tijî ye jî di nava tevleheviya di zîhniyet û îdeolojiyan û berjewendiyên dewletan de ku dixwestin jinan di gelek aliyên jiyanê de bi bin bixin û wan bikin koleyên berjewendiyên siyasî. Hate diyarkirin ku vê rewşê herî zêde xwe li ser gelê Kurd nîşan daye lê gelê Kurd li hember vê yekê li ber xwe daye û wiha hate gotin: “Bi derketina ramana rizgariya Kurdistanê bi serkêşiya feylezof Abdullah Ocalan re bi hezaran jin tev li tevgerê bûn, ku têkoşîna xwe di rêya raman û felsefeya wî de dest pê kirin.”

Jinan şoreşa Rojava kir şoreşa jinan

Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên şoreşa Bakurê Sûriyeyê û Rojava hatin bibîranîn û wiha bi dawî kir: “Ew jina ku çek hilgirt û derket ku rastiya xweşikbûn, eşq, azadî û nirxên jiyanê bigere, jin kete jiyana wekhev û dîrok vegerand rastiya wê û têkoşîn derxist hole, wateya şoreşê da û hişt ku şoreşa Rojava bibe şoreşa jinan. Roleke mezin lîst, destanên lehengiyê nivîsandin, şerê DAIŞ`ê kirin û gelek ji wan gihaştin asta şehadetê mîna Arîn, Barîn û Avestayê.”

ANHA