Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e

Civaka Êzidî di Mala Êzidiyan de rê û resmên xwe yên olî pêk tînin û çanda xwe hîn dibin. Berpirsên Mala Êzidiyan dibêjin ev mal bersiva herî guncaw a li hember ferman û komkujiyên li ser civaka Êzidî ye.

Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e
Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e
Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e
Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e
Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e
Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e
Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e
Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e
Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e
Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e
Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e
Mala Êzidiyan bersiva hemû fermanan e
24 mijdar, 2018   07:27

ROZANA DADO / HELEB

Civaka Êzidî di dîrokê de rastî 74 fermanan hat. Di komkujiyan de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran neçar kirin ku dev ji baweriya xwe ya êzdayetiyê berdin. Li beramberî wê gelek ji wan li ser baweriya xwe man û ayînên xwe veşartî pêk dianîn.

Şoreşa Rojava ku 19‘ê Tîrmeha 2012‘an dest pê kir, ji bo hemû pêkhate û baweriyan ku di encama polîtîkayên rêjîma Baas de hatibûn pişaftin, bû çirûska azadiyê. Di dema serweriya desthilata rêjîma Baas de perwerdeya ola îslamî li ser xwendekarên Êzidî dihat ferzkirin. Her wiha vekirina dibistan û saziyên Êzidiyan hatibû qedexekirin. Êzidiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê di dema serweriya rêjîma Baas de êş û azar dikişandin.

Bi pêvajoya şoreşê re, Êzidiyan Mala Êzidiyan li herêma Cizîrê û Komeleya Êzidiyan li kantona Efrînê vekirin. Armanc ji vê yekê ew e ku civaka Êzidî xwe bi rêxistin bike û li ser baweriya xwe perwerde bike.

3‘yê Tebaxa 2018‘an ango bi salvegera 4‘emîn a komkujiya Şengalê ji bo 300 malbatên Êzidî yên ku li taxa Şêxmeqsûd dijîn, Mala Êzidiyan hate vekirin. Mala Êzidiyan li gorî sîstema hevserokatiyê tê birêveberin. Her wiha 7 komîte di nav de hene. Ev komîte jin, malî, lihevkirin, ragihandin, ciwan û perwerde ne. Komîteya Jinan ji 5 endaman pêk tê û komîteyên din ji 3 endaman pêk tên.

Malbatên Êzidî li vir rê û resmên ola êzdayetiyê pêk tînin û li ser çand û baweriya xwe perwerdeyê dibînin. Hemû rojên Înan semîner li vir têne dayîn. Her Çarşem jî find têne pêxistin.

Hevserokê Mala Êzidiyan Resûl Mûsa dibêje Mala Êzidiyan kaniyek e ji bo ku Êzidî baweriya xwe lê fêr bibin. Resûl Mûsa dibêje ev mal bersiva herî guncaw a li hember ferman û komkujiyên li ser civaka Êzidî ye.

Di Mala Êzidiyan de zêdetirî 30 zarokên Êzidî ji 7 heya 14 saliyê dersan li ser dîrok û çand Êzidiyan dibînin.

Endama Mala Êzidiyan Nesrîn Gelî jî destnîşan kir ku ew ji aliyekî ve ol û dîroka Êzîdiyan, ji aliyekî ve jî komkujiyan ku bi ser gelê Êzidî de hatine didin naskirin.

Ciwana bi navê Ewaş Cema dibêje ku ew rojane serî li Mala Êzidiyan dide û tîne ziman ku vekirina vê malê gaveke girîng e ku çand, kevneşopî û baweriya xwe nas bikin.

ANHA