Mehmûd Hemdek: Biryara Dadgeha Ewropayê nayê qebûlkirin

Serokê Hevbendiya Niştamanî ya Sûriyê bertek nîşanî biryara ku Dadgeha Ewropayê li ser gilînameya gelê Efrînê daye ku der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker de ye û da zanîn ku ev biryar ne layiqî dadgehê ye û nayê qebûlkirin.

Mehmûd Hemdek: Biryara Dadgeha Ewropayê nayê qebûlkirin
24 mijdar, 2018   07:08

XANDÎ ELO / ŞEHBA

Li ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê Efrînê, şêniyên Efrînê gilînameyek pêşkêşî Dadgeha Ewropayê  kiribû. Dadgeha Ewropayê  berisv dabû ku divê gilîname di serî de radestî dadgehên dewleta Tirk bê kirin.

Serokê Hevbendiya Niştimaniya Demokrtîk a Sûriyê Mehmûd Hemdek têkildarî bersiva Dadgeha Ewropayê ji ajansa me ANHA‘yê re axivî û anî ziman ku ev bersiv ne layiqî Dadgeha Ewropayê ye.

Hemdek di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê bi beşdariya komên çete pêk hat û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk piştî ku Efrîn dagir kir hîn di roja yekem de her kesî dît ku Efrîn çawa talan kirin û demografyaya wê guhertin.”

Mehmûd Hemdek wiha pê de çû: "Ji destpêkê ve hin pispor û dezgehên çapemeniyê bi daxwaza Dadgeha Ewropayê  sûcên Tirkiyeyê ji talankirin û kuştin û hwd belge kirin. Lê piştî ku delîlên binpêkirinê ji aliyê hin hiqûqnasên Ewropeyê ve hatin pêşkêşkirin, dadgehê em xapandin. Me texmîn nedikir ku dadgeh di rêza Tirkiyeyê de bisekine ku rojane li Efrîn û herêmên dîtir ên Sûriyê binpêkirinan dike. Helwesta ji aliyê dadgehê ve ne layiqî wê ye."

Hemdek di nava gotinên xwe de destnîşan kir ku Tirkiye alîgirê sereke yê komên çete li Sûriyê ye û wiha li axaftina xwe dewam kir: "Tirkiye neçar e ku Heyet Tehrîr El-Şam wek komeke terorîst qebûl bike. Lê di rastiyê de Tirkiye li Idlibê piştevaniya Heyet Tehrîr El-Şam û li Dêrazorê jî piştevaniya DAIŞ‘ê dike."

Hemdek têkildarî civînên navdewletî yên bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyê anî ziman ku Tirkiyê nikare bendên civîna Soçiyê pêk bîne. Hemdek wiha got: “Di civîna Soçiyê de muhlet dan Tirkiyeyê da ku wan koman tasfiye bike. Lê Tirkiye bi gefên xwe yên li dijî Minbicê Idlib ji rojevê derxist.”

Mehmûd Hemdek di dawiya axaftina xwe de behsa amadekariyên ji bo destûra bingehîn tên kirin, kir û wiha got: “Eger di civînên ji bo destûra nû ya Sûriyê tên çêkirin de Meclisa Sûriya Demokatîk amade nebe, ev civîn wê bê encam bimînin. Ji aliyekî din ve jî destûra ku ji aliyê hêzên biyanî ve were amadekirin wê xizmeta gelê Sûriyê neke. Ji bo wê jî ya herî rast ew e ku gelê Sûriyê bi xwe destûra welatê xwe amade bike.”

ANHA