`Bidawîkirina şîdetê pêngava yekemîn ber bi aştiya cîhanê ve ye`

Jinên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî daxuyaniyek da û tekez kir ku bidawîkirina tundiya li dijî jinan, pêngava yekemîn ber bi aştiya cîhanê ve ye.

`Bidawîkirina şîdetê pêngava yekemîn ber bi aştiya cîhanê ve ye`
23 mijdar, 2018   13:33

QAMIŞLO

Çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan dewam dikin. Der barê mijarê de rêxistinên sivîl û partiyên siyasî daxuyaniyeke hevpar da.

Daxuyanî li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê endama Partiya Çepgir a Kurd li Sûrî Heyat Ebas û endama Partiya Modernîteya Demokratîk a Sûriyê Eliya El-Mûsa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Jinan di dîroka xwe de gelek şer li dijî zîhniyeta baviksalar û sîstemên desthilatdar kiriye ku dikare gavên ber bi azadiyê ve biavêje, piştî ku azadiya wê jê hat standin û kolekirin. Wê zîhniyetê ku li gorî stratejiya xwe kar kir ku sîstema xwe di bedena jinan de lê bike da ku heta roja me ya îro mirovahî baca wê dide, ku aramî û ewlehiya ji ber şîdetê têk birin.

DAIŞ ku rêxistina herî xerab di dîrokê de ye, êrîşî jiyan û nirxan kir, ji rêxistinên din ne cuda bû, jin kirin hedefa xwe, mafên mirovan di kesayeta jinan de binpê kirin, ew li sûkan firotin û gelek şîdet ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve dîtin, heta zarok ji şîdeta wan bê par neman, hewl didan enerjiya jinan tune bikin û daxwazên xwe têr bikin.

Li pêşiya vê rewşa heyî ku li herêmê û taybet li Sûriyê, diviyabû ku karekî baş ji bo bidawîkirina şîdetê bê kirin, dema ku çeteyên DAIŞ`ê û dewletên Tirkiyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, jin tev li berxwedanê bûn û destanên lehengiyê afirandin, ji bo parastina destkeftiyên Rojava xwe bi rêxistin kir.   

Bi rasthatina Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan em her sê xwişkên Mirabal ku bi awayekî hovane hatin kuştin, bi bîr tînin. Her wiha hemû têkoşerên ku di ber rêya azadiya welat de şehîd bûn wekî heval Şîlan, Bêrîtan, Arîn Mîrkan û Avesta û bi dehan jinên din bi bîr tînin.

Her wiha em di partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de teqez dikin ku bi rêya bidawîanîna şîdeta li ser jinan dê aştî li cîhanê pêk were. Ew jî yek ji şertên parastina mafên mirovan û wekheviya her du cinsan e. Bi rizgarkirina jinan em ê serkeftinê qezenc bikin."

Rêxistin û partiyên tev li daxuyaniyê bûne, wiha ne: PYD, Partiya Aştiyê ya Demokratîk, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Partiya Nîdal, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Wetenî El-Hûr, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê, Partiya El-Partî Demokratî Kurdistanê, Partiya Modernîteya Demokratîk a Sûriyê, her wiha rêxistinên mafên mirovan, Rêxistina Sara, Rêxistina Bîl û Rêxistina Şar.

(jo)

ANHA