ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 .11.2018
23 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

- Bi dirûşmeya "Ji Şengala birîndar heta Efrîna berxwedêr" Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê kongreya xwe ya çaremîn li hola Beylesan a navçeya Amûdê li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkoşer Îmad Ebdulhemîd bi nasnav Memo Can bi komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî tekoşîna azadiyê dibe û di sala 2013'an li Rojavayê Kurdistanê di nava refên YPG'ê piştî berxwedaneke bê hembû tev li kerwanê şehîdan dibe û li pey xwe mîraseyek ji têkoşînê hişt. (BI WÊNE).

- Çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku bi armanca têkbirina tekoşîna gelê Kurd tecrîdê li ser Rêber Apo pêk tînin û wiha gotin:”Têkoşîna Rêber Apo di Îmralî de ji bo gelan e. Heya em agahî ji Rêber Apo negrin em ê çalakiyên xwe dewam bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnasên Efrînê Ibrahîm Mistefa û Evîn Hec Hemo destnîşan kirin ku bersiva Dadgeha Ewropayê ya ji gilînameya şêniyên Efrînê biryarek siyasî ye û gotin: "Em ê çawa li dadgehên dewleta Tirk gilî bikin, mane dewleta Tirk der heqê me de binpêkirinan dikin!" (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Girkê Legê destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê li Ocalan armanc dike ku fikrên wî ji gelên herêmê dûr bixe û bêdengiya rêxistinên mirovî ji rewşa Ocalan re şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Salar Mehmûd: Ji bo êrîşên li ser axa Kurdistanê were sekinandin divê di demeke nêz de Kongreya Neteweyî ya Kurdistan were lidarxistin. Êdî dem dema wê ye. Hemû gelê Kurdistanê banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistan dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar Semîr Ezam got çareseriya aloziya Sûriyê bi derxistina artêşa Tirk a dagirker ji xaka  Sûriyê pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Kongreya Star û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê çalakiyan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-25`ê Mijdarê di qanên navdewletî de wekî roja têkoşîna şideta li dijî jinê tê naskirin. Di vê rojê de li serasnserî cîhanê şideta li dijî jinê tê şermezarkirin û banga bidawîkirina şidetê tê kirin. Li gorî hin daneyan ji destpêka aloziya Sûriyê ve heya niha nêzî 10 hezar jin ji ber şer hatin qetilkirin, hejmarek ji wan di bin êşkenceyê de hatin kuştin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên dagirkirî yên ser bi Şehbayê ve diyardeya şideta li dijî jinan zêde ye. Di bin navê ol an jî bi bihaniyên cuda jin têne kuştin, êşkencekirin, revandin û tecawizkirin. Li hemberî vê li kantona Şehbayê hewl têne dayîn ku pêşî li tundiyê were girtin û jin bêne birêxistinkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Desteya Şûnwar û Turîzmê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê piştî 11 salan ji paşguhkirinê, xebatên restorekirina Keleha Sikera ya li Çiyayê Kizwan (Ebdulezîz) a Kantona Hesekê bi dawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi destpêkirina mewsima çandiniyê li kantona Şehbayê re cotkar ji ber pirsgirêka buhabûna madeyên çandiniyê zehmetiyan dikşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA