Greva birçîbûnê ya Leyla di roja 15'emîn de ye

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlementera HDP'ê Leyla Guven di roja 15'emîn de ye. Tendirustiya Guven xerab dibe.

Greva birçîbûnê ya Leyla di roja 15'emîn de ye
22 mijdar, 2018   12:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku dîl hatiye girtin li hemberî tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Leyla li hemberî tecrîda li Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribû. Guven gotibû ku, “Ev tecrîd ne li dijî kesekî, li gelekî tê kirin. Ez jî endameke wî gelî me, mirina li ser wê rêyê qebûl dikim.”

Li gorî agahiyên ku hatine stendin, Leyla a ku 54 salî ye, bandora çalakiyê li ser tendirustiya wê dike.

Piştî Leyla li Amed, Colemêrg, Wan, Edene û Rihayê di 17-18’ê Mijdarê de ji bo piştgiriyê grevên birçîbûnê yên du rojan hatibûn kirin.

Di çalakiyê de tê xwestin ku bila tecrîda li Ocalan were bidawîkirin û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a ku girêdayî Konseya Ewrûpayê ye, peywira xwe bi cih bîne.