HPG`ê nasnameya şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên 14'ê Îlonê ji ber bomberdûmana li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, eşkere kir.

HPG`ê nasnameya şehîdan eşkere kir
HPG`ê nasnameya şehîdan eşkere kir
HPG`ê nasnameya şehîdan eşkere kir
HPG`ê nasnameya şehîdan eşkere kir
22 mijdar, 2018   12:30

 

NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "19'ê Mijdarê saet saet 11:15 û 16:15'an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker 2 caran bombe li qada Xanturê ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar û ziyan negihîştin hêzên me yên gerîla."

HPG'ê diyar kir ku di bomberdûmana meha Îlonê de 3 gerîla şehîd bûne û li ser mijarê ev agahî hatin dayin:

"14'ê Îlonê, artêşa TC a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiribû. Ji ber bomberdûmanê hevalên me Alî, Gîvara û Şervan şehîd bûn.

Ev ewladên leheng ên gelê Kurdistanê ku ji bo cihekî mafdar û bi rûmet di dîroka mirovahiyê de bigirin têkoşiyan, bi şiyara 'Rêberê Azad û Kurdistana Azad' di meşa azadiyê de bi xurtî têkoşiyan. Bi ked, fedakarî û tevlîbûna bi durustî, li ser xeta Rêbertî her tim bi rengekî rast bimeşin û her ku têkoşîn fêhm kirin hîn bi xurtî xwe lê girtin. Bîranîna hevrêyên me Alî, Gîvara û Şervan wê di nava têkoşîna me de her hebe.

Di şexsê malbatên hêja yên van şehîdên me de em sersaxiyê ji temamiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala berxwedanê ya şehîdan bi ser bixînin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Alî Gever

Nav paşnav: Mûrat Akdogan

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Caziye-Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

*****

Nasnav: Gîvara Baran

Nav paşnav: Berûn Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Silêmaniye

Dayik-Bav: Semîre-Mûhammed

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

*****

Nasnav: Şervan Serdar

Nav paşnav: Azad Karan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Hatîce-Ethem

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê