Li herêma Hecînê şer 

Li herêma Hecînê ya Dêrazorê şerên giran navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê rû didin.

Li herêma Hecînê şer 
Li herêma Hecînê şer 
Li herêma Hecînê şer 
Li herêma Hecînê şer 
22 mijdar, 2018   10:20

DÊRAZOR

Çavkaniyekî leşkerî ji QSD`ê ragihand ku li herêma Hecîn mij çêbû. Çeteyên DAIŞ`ê ji vê yekê sûd wergirtin û êrîşên herêmên rizgarkirî kirin.

Heman çavkanî got êrîşa çeteyan bi çekên giran ji pira bajaroka Hecîn destpê kir û noqteyên QSD`ê yên derdora gundê Behra kirin hedefa xwe.

Çavkanî teqez kir ku şervanên QSD`ê yekser berisv dan û li herêmê şer derket. Şer heta niha dewam dike.

ANHA