Li Parlamentoya Iraqê 'Koma Jinan'

Parlamenterên jin ên Parlamentoya Iraqê yên ji bawerî û etnîkên cuda 'Koma Jinan' ava kirin.

Li Parlamentoya Iraqê 'Koma Jinan'
22 mijdar, 2018   10:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên jin ên Parlamentoya Iraqê 'Koma Jinan' ava kirin. Parlamenteran xwestin ku wezaretên jinan dîsa werin avakirin û bi kotaya 25 ji 100'î xwestin ku di nav hikûmetê de cih bigirin.

Endama YNK'ê Arezû Ehmed ku ji Rojnewsê re axivî got, di nav komê de ji hemû bawerî û etnîkan jin hene. Arezû got:''Di nav koma jinan de, ya li parlamentoyê, Kurd, Ereb, Tirkmen, Sinî, Şiî, Xiristiyan ji gelek bawerî û etnîkan jin hene. Armanca komê ew e ku berevaniyê li mafê jinan bike, rola hikûmetê, maf û peywirên jinê ya di nav civakê de diyar bike.''

Arezû got di wezaretan de divê bi kotaya 25 ji 100'î jin werin peywirdarkirin û wiha domand:''Ji hêla Heydar Ebadî ve Wezareta Karê Jinan hate rakirin. Em dixwazin ev wezaret dîsa were avakirin.''

Arezû diyar kir wan daxwaza xwe ji bo Seroktiya Parlamentoya Iraqê, ji bo Serokkomarî û Serokwezîrtiyê ragihande lê heta niha ti bersivek nestandine, ji wan re gotine ku ew li ser babetê gotebêj dikin.