Ciwanên Girê Spî êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û banga azadkirina Ocalan kirin

Bi sedan ciwanên kantona Girê spî di xwepêşandanekê de destdirêjiyên Tirkiyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û banga azadiya Rêber Ocalan kirin.

Ciwanên Girê Spî êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û banga azadkirina Ocalan kirin
Ciwanên Girê Spî êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û banga azadkirina Ocalan kirin
Ciwanên Girê Spî êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û banga azadkirina Ocalan kirin
21 mijdar, 2018   13:35

GIRÊ SPÎ

Di çarçoveya helwestên li dijî destdirêjiyên Tirkiyê der heqê welatiyên Bakurê Sûriyê de û li dijî biryara Amerîka yer der heqê rayedarên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bi sedan ciwanên kantona Girê Spî xwepêşandanek lidar xistin û banga azadkirina Rêberê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Xwepêşandan ji çerxeriya El-Elem a başûrê bajêr dest pê kir û di nava kolanên bajêr re geriya. Xwepêşandan li çerxeriya El-Qefes a nîvê bajêr rawestiya û li vir veguherî çalakiyekê. Di çalakiyê de xwepêşandêran pankartên bi nivîsên weke “Ji bo azadiya jinan serî hildin”, “Ji bo azadkirina Rêber Ocalan serî hildin”, “Rayedarên me di dilên me de ne” û alên QSD’ê û rêxistinên ciwanan hatin bilindkirin.

Di çalakiyê de hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid û rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Ciwan Girê Spî axivîn û behsa rola ciwanan di avakirina paşeroja welat û parastina wê de kirin.

Her wiha diyar kirin ku pêwîst e ciwan têkoşîna xwe li dijî faşizma Tirk berdewam bikin û pêdiviya welat bi ciwanan zêde bûye ji ber ku hêviya tekane ya parastina axa welat in û wiha domandin: “Ciwan dê bi îradeya xwe ya azad dê li hemberî hovîtî û êrîşên Tirkiyê li ber xwe bidin û ti carî vîna wan nahê şikandin.”

Çalakî û xwepêşandan bi durişmeyên silavkirina berxwedanê û biratiya gelan û banga azadkirina Rêberê Kurd Ocalan bi dawî bû.

ANHA