Rewşa Navenda Tenduristiyê ya gundê Xinêz

Şêniyên gundê Xinêz yê girêdayî bakurê gundewarê Reqayê bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî kirin ku navenda tenduristiyê ya gund aktîf bikin.

Rewşa Navenda Tenduristiyê ya gundê Xinêz
Rewşa Navenda Tenduristiyê ya gundê Xinêz
Rewşa Navenda Tenduristiyê ya gundê Xinêz
Rewşa Navenda Tenduristiyê ya gundê Xinêz
21 mijdar, 2018   07:59

RUBA EL-ELÎ / REQA

Navenda Tenduristiyê ya gundê Xinêz yê girêdayî bakurê gundewarê Reqayê bi 40 km ji bajêr dûr e. Her wiha navend xebatên tenduristiyê ji 12 gundan re pêşkêş dike.

Lê şêniyên gund ji ber ne peydabûna xebatên tenduristiyê û kadroya tenduristiyê diyar kirin ku navend hatiye girtin. Her wiha şêniyan tekez kirin ku di veguhestina nexweşan ji bajarê Reqayê re zehmetiyan dikşînin û ji ber nebûna kadroya tenduristiyê hejmarek zarokên gund mirin e.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Hesen El-Hesen got: "Li gel paşguhkirina rêxistinan û ne şopandina rewşa gundewaran, li navenda tenduristiyê ya gundê me kadro û hemşîre tune ne. Em bang li aliyên têkildar dikin ku navendê aktîf bikin."

Ji aliyê xwe jina bi navê Dua Ehmed got: "Avahiya navendê ji hemû aliyan ve hatiye amadekirin. Lê tenê ji aliyê xebatkaran ve kêmasî hene. Hejmara şêniyan roj bi roj zêde dibin û ew bi hewcedariya xebatên tenduristiyê ne. "

Girêdayî heman mijarê şêniyê bi navê Ehmed El-Eswed got: "Gelek rêxistinan serdana gund kirine. Lê serdana wan bê encam bûn. Em bang li hemû rêxistinan dikin ku rewşa tenduristiyê ya gund di ber çavan re derbas bikin."

(şx)

ANHA